Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Serdana Xwe ya Îraqê Şîrove Dike


Papa Francis di dema xatirê xwe ji Serokkomarê Îraqê Berhem Salih û hevjina wî Serbagh Salih dixwaze, Bexda, Îraq, 8 Adar 2021.
Papa Francis di dema xatirê xwe ji Serokkomarê Îraqê Berhem Salih û hevjina wî Serbagh Salih dixwaze, Bexda, Îraq, 8 Adar 2021.

Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Papa Francis roja Çarşemê di civîna heftane ya Vatîkanê de behsa serdana xwe ya Îraqê ya hefta borî kir.

Civîn jiber pandemîya COVID-19 li ser înternetê hate dar xistin. Papa Francis çêker û bazirganên çekan bi sedema çek firotina "terorîstan" şermezar û rexne kir.

"Min di dema rêwîtiyê de ji xwe pirsî,' kê çek firotin terorîstan? Kî îro çekan difroşe terorîstên ku li cihên din komkujîyan pêk tînin, wek mînak, li Afrîkayê? Ev pirsek e ku ez dixwazim hin bersîva wê bide, " Papa got.

Francis di demên borî de gotibû ku çêker û bazirganên çekan dê neçar bimînin ku rojek bersîva Xwedê bidin.

Wî jibo serdanê Îraqê kêfxweşî û spasdarîya xwe dîyar kirin. Hevdem, Francis serdana Îraqê, piştî bi salan şer û terorîzmê û di dema pandemîyeke dijwar de jibo Krîstîyan û Misilmanan wek nîşana hêvîyê bi nav kir.

"Mafê gelê Îraqî heye ku nava aşitîyê de bijîn, mafê wan heye ku serbilindî ya xwe jinûve diyar bikin," Papa got.

Îraq jiber rêveberîya xirab ya welat, gendelî û tundîtûjîya domdar ku bi piştî dagirkirina Amerîka ya Îraqê ya 18 salan bi gelemperî girêdayê hevrikîya Îran û Amerîka ya ser kontrolkirina heremê ye, êşên giran dikşîne.

Papayê 84 salî, roja Yekşemê di nava xirbeyên xanî û dêran de, li bakurê Mûsilê gerya ku ji sala 2014'an heya 2017'an ji hêla Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve hatibû dagirkirin.

Francis, jibo biratîya li seranserê cîhanê bang kir û wî hevdîtina xwe ya roja Şemîyê ya li bajarê pîroz Necef bi rêberê Şîayên Îraqê Alî Sîstanî re wek 'nayê jibîr kirin' şîrove kir.

Wî got ku xwe mecbur hîs kiriye ku serdana Îraqê bike, da ku nêzî 'wan mirovên şehîd, û wê Dêra şehîd' bibe.


Piştî ku Papa roja Duşemê çû, serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî bang li komên sîyasî yên hevrik kir da ku bo çareserîyak cûdahîyên xwe dîyalogê bikar bînin.

Kazimî got ev gavana ewê bandora 'hezkirin û xweşdîtina' ji hêla Papa ve hat nîşandan, dîyar bike.

Pir kesên Îraqî hêvî dikin ku serdana Papa Francis dê piştgirîyek navneteweyî ji hikûmeta Kazimî re peyda bike da ku qeyranên girîng çareser bikin.

XS
SM
MD
LG