Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Papa Francîs di Twîtên Berpirsên Herêma Kurdistanê de


Papa Francîs, papaya Vatîkanê di serdana xwe ya çend rojî de sibeya roja Yekşemê giha firokexana Hewlêr ya Nanetewî, li firokxanê hejmareke berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesayetên olî yên pêkhateyên li herêmê û hejmarek dîplomasiyên welatên biyanî û nûnerên Konsulxaneyan li pêşwaziya papa bûn.

Piştî serdana bajarê kevin yê Mûsil û dêrên wêrnakirî ji aliyê çekdarên DAIŞê de dema sala 2014ê ew bajar dagîr kirbû, herwiha serdana dêrên dîrokî li deşta Mûsil kirî, vegeriya bajarê Hewlêr û merasîmên nivêjeke girseyî encam da.

Li Yarîgeha Franso Harîrî li navenda bajarê Hewlêr paytexta Herêma Kurdistana Îraqê di merasîmek bi heybet de papa nivêja girseyî kir û dûa bo aştiya li herêmê, biratî, wekhevî û pêkve jiyanê kirin û peyv û dûyên bi zimanên Îtalî pêşkeş kir ku wergera wê ya bi Erebî, Soryanî, Kurdî û zimanên din jî hebû pêşkekş kir.

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û serokê PDKê Masûd Barzanî di hesaba twîta xwe de nivîsand "Serdana îro li Hewlêr ya pîrozmend Papa Francîs bo Herêma Kurdistanê di rastiyê de derbirîneke ji nirxên me yên hevpar di aştî, bihevre jiyan û toleransiyê de."

Di dema pêşwaziyê de serokê nuha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîsan li pêşwaziya Papa bû, Nêçrîvan di hesba twîta xwe de bi zimanê Kurdî weha nivîsand" Di destpêka seredana wî ya Kurdistanê de, şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziya Papa Francis dikim. Em dîsa pêgîriya xwe ya hertimî ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê tekez dikin. Serê xwe li ber Pêşmergeyên qehreman û tevaya şehîdên rêya aştî û azadiya hemû Îraqiyan ditewînin. "

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masûr Barzanî di hesaba twîta xwe de bi zimanê Înglizî û Kurdî derbirîn ji hatina papa kir û weha nivîsand "Şerefmendîye jibo min pêşwaziyê li pîrozmend Papa Francîs bikim li Kurdistanê hatina wî û encamdana nivêj û dûayên girseyî li Hewlêr tekezê li ser peyama hezkirin û lêborîna giyanê tebayî dike, em dubare tekezê li ser girngîdan bi hejaran, astengber, stemlêkiriyan û kesên blindest dikîn."

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî di hesaba twîta xwe ya fermî de derbirîn ji hatin û pêşwaziya papa kir û bi zimanê Înglîzî, Erebî û Kurdî û derbarê pêşwaziya papa Yekşemê li Hewlêr Talebanî twît weşand û bi kurtî bi zimanê Înglîzî Soryanî, Erebî û Kurdîs nivîsand "pîrozmendiya Pap li Kurdistanê."

Qûbad Talebanî ku roja Înê 5ê Adarê jî, li Bexda tevî serokkomar Barham Salih beşdarî di pêşwaziya papa Fransîc de kirbû dema gehiştbû paytxta Îraqê Bexda.

Twîtera fermî ya Vatîkanê ku bi şêweke fermî nûçeyên Vatîkanî û Papa diweşîne rêze twîtek derbarê serdana papa ya Herêma Kurdistanê weşand û di twîta herî dawî de dinivîse ku Papa Francis li Hewlêr çav bi Abdullah Kurdî ket, yê ku kurê wî Alan Kurdî yê 3 salî li peravên Tirkiyê di avê de xeniqî bû dema tevî malbata xwe dayik û birayê xwe dixwestin xwe bigehînin Ewrûpa.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêr dîsan twîtek li ser serdana papa ya bajarê Hewlêr weşand û nivîsand "Em şad dibîn ku bibîn şahidên gehiştina dîrokî ya Papa bo Herêma Kurdistana Îraqê. Serdana Papa pêngavek dinê ye, jibo pêşkeftina bihevre jiyana aştiyane ya di navbera bawermendan de. Amerîka dê berdewam bibe li ser piştevaniya bihevre jiyana aştiyane, pir olî û qebûlkirina bawermendiyên jihev cûda li Herêma Kurdistana Îraqê, li Îraqê û hemî cîhanê."

XS
SM
MD
LG