Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Henîfe Ebas: Papayê Vatîkanê Dizane Zorî Li Kêmaniyan Hatiye Kirin


Çalakvana Êzdî ya Şengalê Henîfe Ebas yek bû ji xanimên hatî daxwazkirin ji aliyê serokê Îraqê ve jibo beşdarîkirinê di pêşwazîya Papa Francis rêberê olîyê Kristiyanan di dema serdana wî ya çend rojî de li Îraqê.

Henîfe xanim gote Dengê Amerîka kû bi têgehiştina min Papayê Vatîkanê baş dizane kû zorî li kêmaniyan hatiye kirin. Ew dixwaze jiber nasnama wan ya olî zorî li kemaniyan nehê kirin.

Papa bo serdanek çend rojî, Înê 5ê Adarê gehiştbû Bexda paytexta Îraqê, di geşta xwe ya çend rojî de, papa serdana hind cihên pîroz yên olî û dîrokî kir û hevdîtin li bajarê Necef li Ur ya dîrokî, li bajarê Mûsil, Qereqûş li Derşta Mûsil û li Hewlêr dîdarên giring encam dan û nivêj û dûa bo aştiya li herêmê, pêkve jiyan, wekvehî û toleransiyê kirin.

Li pêşwaziya Papa oldar û kesayetiyên ji hemû ol û mezheban hebûn.

Henîfe Ebas
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:12 0:00
Direct link



XS
SM
MD
LG