Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzbendiya Sancar û 22 Parlementerên HDP li Meclisa Tirkiyê Ye


Omer Ocalan Parlementerê HDPê
Omer Ocalan Parlementerê HDPê

Dosyayên rakirina parêzbendiya 23 parlementerên Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê ku, Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar jî di nav de ye, pêşkêşî Serokê Meclîsa Tirkiyê hat kirin.

Ji bo ku parêzbendiya zagonsazîya parlementeran bê rakirin di meclîsa Enqerê de tevgerek hat destpêkir.

Di nava parlemenê de herdu partiyên hevpar di hikûmetê de partiya desthilatdar AKP û hevpara wê MHP bo nehiştina mafê parêzbendiya parlementerên HDPê bi tena serê xwe nikarin parêzbendiyê rakirin, divê hin partiyên din alîkar bin bo dengdanê heta ku encam bidest bixin.

Parlementerê HDP Omer Ocalan dibêje, heke CHP an jî opozîsyon alîkarîyê nede partiyên desthilatdar, wê gavê fezlekên wan dê heta dawîya parlementerîya wan bihê rawestandin.

Derbarê rakirina parêzbendiya Parlamenterên HDPê Ocalan wiha dîyar dike "Li parlementoyê piranîya desthilatîyê, ango AKP û MHP, bi tena dengê xwe nikarin parêzbendiya me rakin. Heke CHP an jî opozîsyon alîkarî nede desthilatîyê, wê gavê heta dawîya parlementerîya me ewê fezlek li meclîsê bisekinin. Na heke CHP alikarî bide wê gavê dikarin rakin."

Heta niha di derheqên HDP’ê û partîyên opozîsyon de bi sedan fezleke hatine amadekirin. Lê parlementerê HDP Ocalan amadekirina fezlekên ser wan, ji yê din cûdatir dibîne. Li gorî Ocalan desthilatdariya Tirkiyê dixwaze ku ewan ji qade sîyasetê rake "Em sîyasetmedarin, lê em li kî derê tiştekê qise dikin ji bo me fezleke tê amadekirin. Armanca wan ewe ku bi van fezlekan dengê me bibirin û me di qada sîyasetê de asteng bikin. Li vê derê dubare dibêjim, ew çi bikin bila bikin wê hîç gavekê nikaribin ku me tune bikin." Omer Ocalan parlementerê HDPê yê parlementoya Trikyê got.

Raporta Enqerê 13 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00

XS
SM
MD
LG