Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polesî: Kongres ji Operasyona Silêmanî Nehatiye Agahdarkirin


Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Quds ya Pasdaran di êrîşekê esmanî ya Pentagonê de hate kuştin.

Li ser kuştina Silêmanî bertekên cuda ji Kongresê hatin.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi destnîşan kir bêyî Kongresê biryara operasyonê hatîye dayîn.

Polesî da xuya kirin ku kuştina Silêmanî dikare bibe sedema tundîyeke pir mezintir.

"Rêvebirî îro bêyî ku 'Biryara Bikaranîna Hêza Lekşerî (AUFM) bigire, êrîşa esmanî pêk anî. Ya girîngtir jî ew e ku bi Kongresê neşêwirî," Pelosi got.

Seroka Civata Nûneran Nancy dîyar kir ku divê hemî Kongres li ser vê pêşketina cidî demûdest were agahdar kirin.

XS
SM
MD
LG