Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hember Kuştina Silêmanî Bertekên Cîhanê Çi Ne?


Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser kuştina Qasim Silêmanî daxuyanîyek belav kir.

Rûsya serxweşîya xwe ji gelê Îranê re ragihand û dîyar kir kuştina Silêmanî dibe sedema zêdebûna alozîyan li seranserê Rojhilata Navîn.

Wezîra Fransa ya Peywendîyên Ewrupa Amelie de Montchalin ji radyoya RTL re axifî û got "îro dema em rabûn me çavê xwe li cîhanekî bi xetertir vekir."

Wê got ku jibo tansîyona li deverê kêm bibe divê hewildan zêde bibin.

Hikûmeta Çînê jî banga aramî kir. Berdevkê Wezarata Derve yê Çinê Geng Şuang bang li her du alîyan kir ku ji bi aramî tevbigerin.

"Di peywendîyên nevdewletî de Çîn her dem li dijî bikaranîna tundîyê ye" Şuang got.

Berdevkê Çînê dîyar kir divê rêz û hurmet nîşanî desthilatî û yekîtîya Îraqê were nîşandan.

XS
SM
MD
LG