Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Goristanên Komî yên li Ukrayna Wek 'Derew' Red Dike


Dîmeneke ji goristaneke komî li daristanek li derûdora Izyum, li rojhilatê Ukrayna, 18 Îlon 2022.
Dîmeneke ji goristaneke komî li daristanek li derûdora Izyum, li rojhilatê Ukrayna, 18 Îlon 2022.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îro Duşemê dîyar kir ku raportên goristanên komî yên li bajarê Izyumê li Ukrayna hatine dîtin, derew in.

Bajarê Izyum yê rojhilata Ukraynayê berê di bin kontrola hêzên Rûsî de bû.

"Ev derew in. Moskow wê berevanîya rastîya vê çîrokê bidomîne," Peskov got.

Li gor Peskov, li Izyum heman senaryo ya ku li Bucha tê rêvebirin, bajarokê li derveyî paytext Kîevê ku bi dehan termên bi cil û bergên sivîl li kolanan hatin dîtin, piştî ku hêzên Rûsî vekişîn.

Moskow tawanbarîyên kuştinên bê darizandinên li Bucha jî red kiribû.

Li daristanên derveyî Izyumê hefteya borî nêzî 450 goristanên komî hatin dîtin, piştî ku bajarê stratejîk ji hêla hêzên Ukraynî ve ji Rûsan hat rizgar kirin.

Karbidestên Ukraynî dîyar kir ku 99 ji sedî termên ku hatine derxistin nîşanên kuştina tund nîşan didin.

XS
SM
MD
LG