Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamên We jibo Rojbûna Pişka Kurdî


JI dilek germ 21 saliya weşanên Kurdî di VOA de pîroz dikim.
Spasî û rêzdariyan pêskesî tevahiya xebatkarên serkeft yên VOA Kurdish dikim...

Cemal Batun, Stockholm / Swêd
--
Pêşîn ez hemî rêvebir, berpirs û karmendên Dengê Amerîkayê pîroz dikim. Em dizanin ku heta niha weku welatên dîtir, ku televizyonên navdar mîna CNN, BBC, SKYNEWS'ê bi zimanên wan weşanê dikin, bi zimanê Kurdî weşanê nakin, û Kurd ji vê yekê bêpar in, ku bikaribe bala amûrên cîhanî yên navdar bikêşe ser xwe.

Lê, Dengê Amerîkayê, ku ew jî yek ji radyoyên herî navdar e, li cîhanê û bi sedan zimanan weşanê dike, Kurdî kiribû yek ji zimanên kar û xebata xwe.
Ev yek pir giring e, û pîroz e, çunke dikare bibe pirek li navbera Kurdan, raya giştî ya Amerîkayê û heta Ewrupayê jî.

21 salvegera damezirandina Dengê Amerîkayê, beşê Kurdî pîroz be!

Salar Malla Kurdistan TV Lubnan
--
Bi hêvî yek, pîroz dikim. Ji we ra serkeftin dixwazim...

Mehmet Muhsin Karsu (Dîrokzan Stenbol)
--
Bi hêvîya ko Tirkîye jî hebûna Kurdan û zimanê wan qebûl bike.
Pîroz be. Spas bo dengê Amerîka.

Emine Çelebi

--

Dengê we her ji bo Kurdistanê derkeve û li hev keve...
21 salîya we pîroz be!

Devliken Kelogirî

--
Salvegera we pîroz be...
Serkeftina we benavber be...

Jîr Jan Amedî
--

Ez gohdareke kevn yê radoya Dengê Kurdî me û min gelek heje kirye, taybet şewaz û stayl û dengen we yen serincrakeş.

Hêvîya serkeftin û berdewamîya bo cenabe we dixwazim.

21 salîya Denge kurdî pîroz bît

Xelil kemal
Duhok, Kurdistan

--

Ez 21mîn salvegera VOA/Kurdî pîrozdikim û ji xebatkar û kedkarên wê re serkeftinê dixwazim.

Zimanê me yê şêrîn ne zimanê hovîtî, tundûtijî û kîndarîyê ye.

Zimanê me zimanê aştî, aramî û xweşikîyê ye.

Dêngê Amerîka bi Kurdî/Kurmancî xweş e!

Nurî Erpolat - Amed

--

Ez radyoya Dengê Amerîka pîroz dikim, ji bo me Kurdan ev destkeftinek e û fersend dide ku em dengê xwe li dunyayê û parzermîna Amerîka belav dike.

Xebatên wan dê me şanaz bikin.

Edib Polat - Amed

XS
SM
MD
LG