Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojbûna 21'ê yê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Pîroz Be


25 Nîsanê, rojbûna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka ye û em salvegera 21'ê ya damezrandina radyoyê bi şabûneke mezin pîroz dikin.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li 25’ê Nîsana 1992’an bi biryara Kongresa Amerîkî hat damezrandin. Sazîya Dengê Amerîka bi 44 zimanan weşanê dike û Pişka Kurdî jî yek ji wan beşan e.

Pişka Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Soranî weşana xwe didomîne û bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî û teknolojî her roj sê caran digeheje guhdarên xwe.

Pişka Kurdî, bi du malperên xwe yên Kurmancî ya bi tîpên Latînî û Soranî ya bi tîpên Erebî weşan û bernameyên xwe belav dike. Her wiha, berî demeke kin jimareke blogên Pişka Kurdî jî destbi weşanên xwe kirin.

Berpirsa Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Xanim Fexrîya Doskî ye ku ji damezrandina Pişka Kurdî ya vir ve li radyoyê kar dike.

Vê gave, xencî xebatkarên ku li Washingtonê kar dikin û jimareke peyamjinêrên Pişka Kurdî ji bi raportên xwe bernameyên radyoyê dewlemendtir dikin.

Em jî rojbûna Pişka Kurdî li we û li hemî guhdarên me pîroz dikin û hêvî dikin ku hîn di gelek rojbûnan de emê bi hevre bin.
XS
SM
MD
LG