Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Amade Ye Hemû Firokên MIG-29 Deyîne Ber Destê Amerîka


Firoka şer ya MIG-29 ya Polonyayê (arşîv).
Firoka şer ya MIG-29 ya Polonyayê (arşîv).

Wezareta Derve ya Polonyayê îro Sêşemê ragihand ku Polonya amade ye ku hemû firokên xwe yên şer yên MIG-29 bişîne bingeha asmanî ya Rammstein li Almanya û wan deyîne ber destê Amerîka.

“Komara Polonya amade ye ku demûdest û bê pere hemû firokên xwe yên MIG-29 bişîne bingeha asmanî ya Rammstein û wan deyîne ber destê Amerîka,” wezaretê bi daxuyanîyeke nivîskî got.

Polonya bermaber wê gavê, ji Amerîka xwest ku firokên Amerîkî bide wê.

"Polonya daxwazê ji Amerîka dike ku firokên bikarhatî yên xwedî heman karîn bide me. Polonya amade ye ku demûdest mercan jibo kirîna van firokan peyda bike,” daxuyanîyê herwiha dîyar kir.

Wezeretê bang li hemû welatên din yên NATO kir ku heman gavê bavêjin.

Qanûndanerên Amerîkî jî do Duşemê bang li rêvebirîya Serok Joe Biden kiribû ku veguhestina firokên şer ji Polonya û welatên din yên NATO û Rojhilata Ewrupa bo Ukrayna hêsan bike.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî roja Şemîyê ev daxwaz kiribû.

XS
SM
MD
LG