Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo:Tevî Hişyarîya Me Tirkîyê Sîstema S-400 Kirî û Ceribandina Wê Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro derheqa toleyên ku dijî Tirkîyê hatine ragihandin, ji ser Twitterê peyamek da.

Pompeo got ku tevî hişyarîya wan Tirkîyê sîstema S-400 ya Rûsî kirî û ceribandina wê sîstemê pêk anî.

“Îro toleyên me yên dijî Rêvebirîya Pişesazîya Berevanîyê nîşan dide ku Welatên Yekbûyî bi xurtî cezayên #CAATSA bi cîh bîne. Emê ti car nermî li hember kirîna çekan ji seoktora berevanîya Rûsî nîşan nedin.”

Rêvebirîya Amerîkî pir caran hişyarî dabû Tirkîyê ku çekên Rûsî nekire bi sedema ku S-400 ser sîstema berevanî ya NATO'yê xeterîyeke mezin çêdike.

Washingtonê sala borî jî jiber biryara Tirkîyê ya kirîna çekên Rûsî Enqere ji programa hevbeş ya fiorkên F-35 derxistibû.

XS
SM
MD
LG