Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê Ye


Roja 3’yê Gulanê li cîhanê wek Roja Azadîya Ragihandinê tê pîroz kirin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Berfanbara 1993’an de biryar da ku wê rojê wek Roja Azadîya Ragihandinê bipejirîne.

Di vê rojê de li seranser cîhanê programên taybet yên wek panel, semîner, workşop tên darxistin û girîngî ji azadîya medya re tê balkişandin.

Rêxistinên berevanîya medyayê bal dikşînin ku di salên dawî de rewşa azadîya ragihandinê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û astengîyên pêş rojnamevanan zêde dibin.

Rêxistina Rojnamevanan Bê Sînor (RSF) bi bîr tîne ku di endeksa wê de Norweç, Danîmarka û Swêd di rêzên pêşîn de ne û 3 dewletên rêza herî dawî jî Afganistan, Sûrîye û Erîterya ne.

RSF dîyar dike ku li Tirkîyê rewşa azadêya ragihandinê xirabtir bûye û di endeksa azadîya medyayê de ji nav 180 dewletan de di rêza 158’an de ye.

XS
SM
MD
LG