Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rapora Azadîya Ragihandinê ya RSF de Tirkîye di Rêza 158'an de Ye


3’ê Gulanê Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê ye.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) Rapora sala 2024’an ya Azadîya Ragihandinê belav kir.

Li gor raporê di nav 180 welatan de Tirkîye di rêza 158’an da ye. Tirkîye di sala 2023’an de di rêza 165’an de bû.

Li gor raporê Tirkîye hê jî di kategorîya ‘Pir Xeter’ de ye.

Li gor faktora sîyasî de, li herêma Rojhelatê Ewrûpa û Asya Navîn de welatê ku herî zêde paşve ketiye Tirkîye ye.

Skora giştî 100 pûan e û di sala 2023’an de pûanê Tirkîye 33,97 bû. Lê di sala 2024’an Tirkîye de 2,37 pûan kêm kir û daket 31,6’î.

Nûnerê RSF’ê yê Tirkîye Erol Onderoglu jibo VOA rewşa azadîya ragihandinê li Tirkîye nîrxand.

‘'Li welatên Hîndistan, Azerbaycan, Rûsya, Belarûs, Bangladeş, di faktora ‘polîtîk û ewlehîyê’’ de têkçûnên mezin pêk hatin. Rewşa wan xerabtir bû, jiber van sedeman Tirkîye derket rêza jor. Lê ev nayê wê watê ku rewşa Tirkîyê baştir bûye.’’

Nûnerê RSF'ê Erol Onderoglu daxuyakirin di prosa hilbjartinê de, weşangerîya fermî alîgir bû, bi dehan rojnamevan hatin girtin. Ev jî kir ku li Tirkîye li ser faktorên polîtîk ên ragihandinê de paşketinek mezin çênebe.

''Ev yek jî kir ku di hebûna ragihandineke xweser û bê alî ji holê rakir.''

Rapor, dema erdhêjê jî bibîr dixe:

''Piştî erdhêjê di heqê gelek rojnamevanan de bi îdaya ku ‘dezenformasyon’ kirine lêpirsîn û doz vebûn, ev jî nişan dide ku di warê qanûnî de jî pirsgirêk hene.’’

Onderoglu dîyar kir li Tirkîye faktorên ku qada azadiyê ya ragihandinê teng dike, hemî jî sîyasî ne.

''Aktorên sîyasî mudaxale dikin. Sansura online bi biryarên dadgehên Sulh û cezayê kirine tiştek asayî ya rojane. Biryarên van dadgehan li gor dexwazên aliyên desthilatiyê bûn. Jixwe Tirkîye ji rêza 165’an jêrtir nikare hare, jiber ku welatên li pişt wî yan din av şer de ne yan jî deriye xwe bi temamî ji azadiya ragihandinê re girtine.’

RSF bal dikşîne ser zextên li ser rojnamevanên Kurd jî. Erol Onderoglu xuya kir ku berîya hilbijartinên giştî û serokomariyê bi dehan rojnamevanên Kurd hatin girtin û ragihandina fermî alîgir bû.

Li gor Onderoglu, neha 7 rojnamevan li Tirkîye girtî ne. Lê dibêje ''Kontrola edlî û qedexa derketina derve ya li ser bi dehan rojnamevanan pratîka nû ya girtinê ye.''

'' Yanî fîzîkî azad in lê bi van kontrolan mêjîyê wan, dikin nav diwaran. Pratîka nû ya Tirkîye ewe bi beden wan azad dike lê bi kontrol û qedexeyan dixwaze tevger û ramanê rojnamevanan heps bike. Divê li hember vê pratîka nû ku azadîya rojnamevaniyê dorteng dike, bertek bê nişandan.’’

Onderoglu dîyar kir ku li Tirkîye hê jî çalakiyên sivîl ên rojnamevaniyê zindî ne, herwiha hebûna Dadgeha Destûra Bingehîn jî weke palpiştên erênî ne.

Sal bi sal rewşa Tirkîyê

Tirkîye di raporta RSF’ê de di sala 2002’an de di rêza 99’an de bû. Lê sal bi sal paşket.

Li gor raporên RSF sal bi sal rewşa azadîya ragihandinê ya Tirkîye wiha ye:

2016: 151

2017: 155

2018 û 2019: 157

2020: 154

2021: 153

2022: 149

2023: 165

2024: 158

KHF_05_03_20245_RSF_Tr_2024
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00

XS
SM
MD
LG