Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Cezayên Rojava Wek Ragihandina Şer in


Serokê Rûsya Valdimir Putin
Serokê Rûsya Valdimir Putin

Serokê Rûsya Valdimir Putin îro Şemiyê got ku cezayên Rojava li ser Rûsya wek ragihandina şer in û huşdarî da ku her hewleke sepandina qedexekirina firîna li ser esmanê Ukraynayê dê mîna derbasbûna nava şer be.

Putin careke din got ku armanca wî li Ukraynayê ew e berevaniya civakên Rûsîaxêv û her wiha “Jinavbrina çekan û nazîyê ye” da ku ew welat bimîne welatekî bêalî.

Ukrayna û welatên Rojava vê axaftina Putin wek bihaneyên bê bingeh bi nav dikin ji bo êrîşkirina Ukraynayê ku roja 24ê Şubatê dest pê kir û piştre wan ceza dan ser Moskoyê.

Putin di axaftina xwe ya li gel hejmarek karmendên jin yên bingeheke esmanî ya rahênanê li nêzîkî Moskoyê de got:

“Ev cezayên ku hatine sepandin ew wek ragihandina şer in, lê spas ji bo Xweda ku hîn negihştina wê yekê.”

Wî got her hewleke hêzeke din ya sepandina qedexekirina firîna esmanî li Ukraynayê dê ji aliyê Rûsyayê ve wek gaveke ber bi derbasbûna nava şer were dîtin.


NATO daxwazeke Ukraynayê li dor qedexekirina firîna esmanî red kiriye û dibêje ew dê şer berferehtir bike û derxe derveyî Ukraynayê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG