Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ew Korîdorên Mirovî Ji Bo 2 Bajarên Ukraynayê Vedike


Rûsya dibêje ku ew pabend e bo agirbesteka li derdora du bajarên Ukraynayê ku rê bide derxistina niştecihan.

Peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got, "Îro, 5ê Adarê, ji demjimêr 10:00ê sibê bi dema Moskowayê, aliyê Rûsî agirbest û vekirina korîdorên mirovî ragihand ku sivîl ji Mariupol û Volnovakha derbikevin û ew li ser korîdorên mirovahî û rêyên derketinê digel Ukraynayê pêkhatine."

Wezaretê ji zarê rayedarên bajarî ragihand ku korîdora ji Mariupolê dê jibo 5 demjimêran vekirî be.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Antony Blinken got ku hêzên Rûsî "her ku diçe zêdetir rêbazên hovane li Ukraynayê bikar tînin, di nav de jî li ser xelkê sivîl".

Blinken roja Înê berî hevdîtina digel hevtayên xwe yên Yekîtiya Ewropî li Brukselê gote rojnamevanan, "Em pabend in ku her tiştê ku ji destê me tê bikin da ku wî şerî ravestînîn." Lê wî herêmeke qedexe ya firînê li ser Ukraynayê red kir, û got ku kiryarek wisa dikare bibe sedema pevçûnek berfirehtir.

Blinken got "Berpirsiyariya me heye ku em piştrast bikin ku şer ji Ukraynayê belav nebe cihên din. ... Herêma bêfirîn dikare bibe sedema şerekî tevahî li Ewropayê."

Civîna Brûkselê piştî ku Ukraynayê Rûsya bi "terora navokî" tawanbar kir çêbû ji ber topbarankirina santrala navokî ya Zaporizhzhia li bajarê Enerhodarê berî kontrolkirina wê ji alîyê Rusyayê ve.

Tawana Şer

Balyozxaneya Amerîkî li Ukraynayê got ku êrîşa li ser santrala navokî tawana şer e.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Kîevê di nivîsa xwe ya twiterê da got: "Êrîşkirina santrala navokî tawana şer e. Topbarana Pûtîn ya li ser santrala navokî ya herî mezin ya Ewropayê, desthilatdariya wî ya terorê zêdetir dike."

Li gorî CNN Wezareta Derve ya Amerîkayê bo hemû balyozxaneyên Amerîka yên li Ewropayê peyamek şandîye û ji wan xwastîye ku tweeta Balyozxaneya Kîevê ya ku êrîş wekî tawaneke şer binav dike ji nû ve twit nekin.

Rusya medaya civakî qedexe dike

Dema ku şerê Rusyayê li ser herêmên sivîl gur dibe, Rusya medyaya ciwakî asteng dike. Pispor dibêjin Astengkirina Rûsyayê ya Facebookê nîşanek e ji hewildana wê ya berfirehtir ku xwe ji çavkaniyên agahdarîyê qut bike ku dikare êrîşa wê ya Ukraynayê ku bi awayek navnetewî têt şermezarkirin biêxe xeterê.

Tora civakî ya ku pir caran tê rexne kirin beşek ji tora çavkaniyên agahdariyê ye ku dikare dijî nêrînên Kremlinê derbikeve ku ew dibêje êrîşa wê ya li ser Ukraynayê rast e û pêdivî ye.

Astengkirina Facebookê û sînordarkirina Twitterê roja Îniyê pêk hat û di heman rojê da ku Moskowayê piştgirî da cezayên girtîgehê li ser weşanên medyayê ku "agahiyên xelet/derewîn" li ser artêşê diweşîne.

Rûsya bi wî rengî tevlî Çîn û Korya Bakur bû ku mezintirîn tora civakî ya li cîhanê asteng dike.

XS
SM
MD
LG