Serokwezîrê Qeterê roja Yekşemê got, Hewldanên navbeynkariyê berdewam in ji bo misogerkirina agirbesteke nû ya Gazayê, tevî bombebarana berdewam a Îsraîlî ku delîveya ji bo encameke serketî kêm dike.
Şêx Muhemed bin Abdulrahman Al Tanî di Foruma Dohayê de got, hewldanên me wek dewleta Qeter û hevkarên me dewam dikin jibo rawestandina Şerê bi dirêjahiya bêtir ji 2 mehan di nêvbera Îsraîl û Hemasê: wî got. Em bê hîvî nabin."
Qeter navbeynkareke sereke bû di danûstandinan de, ku di encamê de agirbesteke heft-rojî pêk hat, û tê de gelek rehîneyên Îsraîlî li beramber azadkirina girtiyên Filistînî û gehandina alîkariyên mirovî hatin guhertin.
Serokwezîrê Qeterê got: "Em ê hewlên xwe berdewam bikin jibo ku şer rawestînin û dîl bên berdan.
Li gora hejamrên wezareta saxlemiya Gazayê, Di operasyonên leşkerê Îsraîlê de, herî kêm 17,700 kes li Gazayê hatine kuştin, ku gelek ji wan jin û zarok in.
Çavkanî: AFP