Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rahşan Anter Di Çavê Xwe De Bavê Xwe Mûsa Anter Vedibêje


Rahşan Anter, keça nivîskarê Kurd yê navdar Mûsa Anter.
Rahşan Anter, keça nivîskarê Kurd yê navdar Mûsa Anter.

Pirtûka rojnamevan Hatîce Kamer ya bi navê “REŞÊ Di Çavê Keça Wî De Mûsa Anter”, di nav pirtûkên Weşanxaneya Îletîşîmê de derket.

Nivîskar Kamer, ku herwiha peyamnêra Dengê Amerîka ye, demeke dirêj li gel keça Mûsa Anter Rahşan Anter Yorozlû dembûhirandîye û ew suhbetê ku pêre kirîye ew daye ber hev û ev pirtûk pêkanîye.

Navê pirtûkê “Reşê” jî taybetîyeke dihewîne. Mûsa Anter gava navê keça xwe Rahşan bi lêv bikira wek Reşê bang dikirîya. Li ber vî jî nivîskara vê pîrtûkê Hatîce Kamer jî “REŞÊ Di Çavê Keça Wî De Mûsa Anter” lêkirîye.

Mûsa Anter him bi jiyana xwe û him jî bi berhemê xwe di nav girseyeke fireh de gelek baş tê nasîn. Lê di vê pirtûka Kamer de tiştê herî balkêş, di çavê keça wî Rahşan de Mûsa Anter çawa tê dîtin pir baş daye dîyarkirin.

Di pirtûkê de keça wî Rahşan gava behsa bavê xwe dike ewî wiha pênase dike: “Karsazekî ku her tişt di destê wî de tê ye; bavekî ku him kevneşop û him jî nûjen e; ew hezkerê gund û gundîyan e lê ew bi vana re jî ti li hev nagunce; ew rewşenbirekî bêbext e, lê ew di heman demê de jî rûspî û rêberekî ramanê ye.”

Rojnamevan Hatîce Kamer ev pirtûk nivîsî, bîr û boçînên Rahşan Anter Yorozlû jî ji dil gihand xwendevanan.

Lê keça Musa Anter Rêşê jî îcar di quncika vê pirtûkê de pirsên Dengê Amerîkayê bersîvand:

Dengê Amerîka: Mûsa Anter jibona gelek kesî taybete, lê em dizanin ku jibo te bêtir girînge. Berî ku em dest bi suhbeta xwe bikin, em dizanin ku Hatîce Kamer gelek zehmetî kişandîye û ev pirtûk pêk anî. Lê ji kerema xwe re tu jî dikarî kêmek behsa çîroka pêkhatina vê pirtûkê bikî?

Rahşan Anter Yorozlû:

Ji xwe Hatîce jî di pirtûkê de behs dike. Ez dema ku cara yekem çûm Kurdistanê di pasê de min û Hatîce hev û din nas kir. Paşê jî Hatîce bû wek keça min û dostanîya me pêş ket. Dûre Hatîcê dest bi hatina mala me kir. Dema ku betal bû di mala me de ma. Li Amedê, Cizirê, Îzmîrê û gelek derên din da jî me hev û din dît. Paşê Hatîcê ji min re got “Dibe ku di jiyana xwe de tu demeke kurt bijîyî, lê heke tu van serborîyên xwe vebêjî û ez jî binivîsim, ev jiyana te jî wê her gav were jiyandin.” Min jî di suhbetên xwe de ji Hatîcê re jiyana li gel bavê min vegotin û wê jî nivîsî. Serborîya vê pirtûkê jî wiha pêk hat.

Dengê Amerîka: Ez dixwazim fêr bibim, gelo Mûsa Anter jibo keça wî Rahşan tê çî wateyê. Heke tu bavê xwe pênase bikî dikari jibo me çi bêjî?

Rahşan Anter Yorozlû: Ew kesekî pir barik û delal bû. Min ji wî pir hez dikir. Ti rojeke dilê min ewê neêşand. Ew di jiyana xwe de demokrat bû. Navbera keç û kuran de hîç cudatîyek nedixistê. Ew bi tişteke bawer bû. Li gorî wî yekîneya civakê ya herî biçûk malbat bû û ewî digot, “Demokrasî jî pêwîste di nav malbatê de destpêbike.” Di mala me de du birayê min hebû. Jibo ku ew kur in, bavê min qet cudatî nexiste navbera min û kuran. Pir caran jî min deliqand, ez ji birayên xwe jî pêştir çûm. Bavê min kesekî wiha bû. Ez ana hatîm temenê bavê xwe lê dema ez vana dibêjim hê jî ew kelecana bavê min di dilê min de diperite. Lê dixwazim tiştekî din jî bêjim, bi bavê min re jiyandin him pir baş bû û him jî pir barekî giran bû.

Dengê Amerîka: Bi Mûsa Anter re başîya jiyanê min femkir, tu ana dibêjî giran bû. Gelo ev giranî ji kî derê dihat?

Rahşan Anter Yorozlû: Ez ji Hatîcê re pir sipas dikim, di pirtûkê de jî ev giranî pir baş dîyar kirîye. Em hemû girtîgehên Enqerê û Stenbolê dizanin. Bavê min di van girtîgehan de raza. Gava ez zarok bûm em diçûn serdana bavê min. Cil û bergê wî yê bi kêç ez dizanim. Tenê yê bavê min na di “Bûyera 49”an de gelek rewşenbîrên Kurd hatin girtin. Ji wan yek kes jî bavê min bû. Dîya min karmenda dewletê bû. Bavê min di girtîgehê de bû, em jî diçûn dibistanê. Dî dema betlaneyê de jî em pêk ve diçûn serdana bavê min. Lê ev jî jibo me barekî giran bû.

Dengê Amerîka: Vê rewşa awarte gelo li ser we bandoreke çawa veda? Gava hun qise dikin ez dibînim ku hê jî hûn di bin vê tesîrê de ne.

Rahşan Anter Yorozlû: Belê raste! Ez dema vana dibêjim qirika min dibe girê, çavê min bi giryanî dibe. Me di wê demê de hebûn jî xizanî jî pêk ve dît. Lê di nav vanan de bê bav bûn herî dijwar e. Em her roj di nav xofeke de bûn. Gelo wê çi wext werin car din bavê me bibin, wê bavê me gelo bikûjîn!.. Zarûtîya me wiha derbas bû. Jiyana me her gav di nav aksîyoneke de bû.

Dengê Amerîka: Tiştê ku hun dibêjin jibo zarokek gelek giran e. Vê rewşa ha gelo li ser we tu tiştekî mayînde veda?

Rahşan Anter Yorozlû: (Ew digirî) Waye tu jî dibînî dilopên çavê min nasekinin. Her gav çavên min hêsirî ye. Me nizanibû em gelo xwedî li bavê xwe derkevin an na? Li ser bavê min gelek çewsandin hate çekirin. Jiyana me têkel bû. Li ber nivîsên bavê min, malbata me dihat tehdît kirin. Ji bavê min re digotin, “Heke tu nivîsê xwe tund binivisî emê jî ser malbata te de werin.” Li ser vî jî bavê min me şîyand derî Tirkîyê û em çûn Swêdê.

Dengê Amerîka: Kîjan sal hûn derketin derveyî Tirkiyê?

Rahşan Anter Yorozlû: Kekê min di sala 1968’an de birayê min di sala 1971’an de, dîya min di sala 1979’an de û ez jî di sala 1983’yan de ji Tirkîyê derketim. Ez zewicîbûm û paşnava min cûda bû, li ber vî jî ew dem zêde ser min de êrîş nekirin. Lê piştî derba leşkerî êdî li ser min de jî zextê wan zêde bû û min jî du zarokên xwe girt û çûm Swêdê.

Dengê Amerîka: Ana em navê pirtûkê temaşe dikin “Reşê” ye. Tu jî Rahşan î. Ev nav ji ku derê tê?

Rahşan Anter Yorozlû: Bavê min ji min re her gav digot “Reşê”. Gav hêrsî min dibû digot, “Madam Tatarî”. Li vê derê jî ewî min bi bûrjûvatîya dîyar dikir û henekê xwe bi min dikir. Jibo ku em li Suadîyeyê mezin bûn. Ev der jî cîyê dewlemendan bû. Çîroka Rêşê binavkirina bavê min tê.

Dengê Amerîka: Mûsa Anter jiyana wî bi dewlemendkirina zimanê Kurdî, doza Kurdî çû ye? Lê aniha hûn Kurdî nizanin. Gelo wek keça Mûsa Anter hûn vê yekê çawa dibînin?

Rahşan Anter Yorozlû: Ev jibo min derûnîya herî xirab e û şermeke herî mezin e. Ez hê jî qeyrana vê nezanibûna Kurdî ser xwe de dibînim. Gava dikevim nav Kurdan ew dibên qey ez Kurdî dizanim. Li ber vî jî bi min re Kurdî qise dikin. Gava ez nikarim bersîva wan bidim an jî nikarim Kurdî qise bikim, ez pir fedî dikim.

Dengê Amerîka: Baş e ew kes ji te re çi dibêjin, di vî warî de ser te de rexne gelo tên?

Rahşan Anter Yorozlû: Çawa?.. Ji rexneyan zêdetir dibêjin, “Tu keça Mûsa Anterî çawa tu Kurdî nizanî?” Min di vî warî de sucdar jî dikin. Lê ez çi bikim, hawirdora me ew derfet neda me ku em hîn bibin. Sedema nezanîna me ya herî mezin jî cîyê ku em lê mezin bûne. Tu kesekî li wê derê Kurdî nizanibû. Kekê min di 19 salên xwe de hînbû. Ev jî jibo min êşeke mezin e, xwezil min bizanibûya. Lê nezanîya min şerma min ya herî mezin e.

Musa Anter Kî Ye?

Musa Anter di sala 1920’an de li Mêrdînê li navçeya Nisêbînê ji dayîk bûye. Ew di nav Kurdan de herî zêde bi navê Apê Mûsa tê nasîn. Dibistana serate li Mêrdînê, ya navendî û lîse li Edeneyê xwendîye. Di Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê de mezûn bûye. Di sala 1944’an de li gel keça Abdûrrahîm Rahîm Zapsû Ayşe Hale zewîcîye. Sê zarokê wî çêbûye; Anter, Rahşan û Dîcle. Cara yekem di dema Rapêrîna Dersimê de hatîye desteserkirin. Ji ber ku dijûn ji dîya Mustafa Kemal Atatûrk re kiribû 45 roj di binçavan de maye. Li gel rewşenbîrê Kurd pêk ve govara Îlerî Yurt (Welatê Pêşketî) derxistine. Di Bûyera 49’an de li gel rewşenbîrê Kurd bi hinceta dardakirinê hatîye darizandin. Piştî ku ji girtingehê derketîye di gelek govaran de nivîsê wî hatîye weşandin. Di sala 1963 û 1980’an de car din ketîye girtîgehê. Jiyana wî 11,5 di gitîgehê de borîye. Apê Musa, herî dawî jî di 20 Îlonê 1992’yan de li Amedê ji alîyê erkdarên dewletê ve bi êrîşeke çekî hate kuştin.

Raporta Eyyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:43 0:00
XS
SM
MD
LG