Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Nêzî 35 Mîlyon Kes di Bin Deynên Kredîyê de Ne


Bazara Dîkmenê li Enqerê
Bazara Dîkmenê li Enqerê

Li gor statîstîkên bankayan li Tirkîyê 79.8 mîlyon kartên kredîyê, 141.5 mîlyon edet kartên bankê, 50 mîlyon edet jî kartên diravdana pêşîn, bi tevahî 271,3 mîlyon kart tên bi karanîn.

Nêzîkî 35 mîlyon kes, 905 mîlyar lîrayê Tirk deyndarê kredîya kesane ne. Di nav vanan de 36 hezar kes deynê kredîyê, 108 hezar kes jî deynê krediya kesane nedane û qerdar in.

Li Tirkîyê ji bîstan zedetir bankên mezin yên wek Zîraat Bank, Îş Bank, Halk Bank, Ak Bank, Garantî Bank, Vakif Bank hene.

Di nav du salên dawî de, ji 5 mîlyona zêdetir serî ji bo girtina kredîya wesayît û xanî hatiye kirin.

Berxur radigîhînin ku bilindbûna dovîz û buhabûna alav û navmalîyan di danûstandina wan de jî şikandinek çêkirîye.

Ismail Uzun
Ismail Uzun

Îsmaîl Uzun bi xwe karkenare, carna jî kar dike, lê ew nikare ku debara xwe bike. Her çiqas ji alîyê karta kredîyê ve dilsarî be jî lê ew bi kar tîne. Uzun hestên xwe wiha radigîhîne:

“Welehî em şaş bûn, nizanin ku çi bikin. Milet şaş bûye, feqîr şaş bûne, esnaf şaş bûne, kesên karkenar şaş bûne. Ango em bêjin çi dibe nebêjin çi dibe. Her tişt giran bûye. Bûye wek agir em nikarin destê xwe lêdin. Ez naxwazim ku têkevim bin deynê karta kredîyê lê mecbûr dimînim û bi kar tînim. Buhayên her tiştî bi sedî sed zêde bûye.”

Wek bikiran firoşkar jî gilî dikin. Ew jî pirê caran perê pêşîn bi dest naxin û mecbûr dimînîn dikevin bin deynê kredîtkartan.

Halil Dagci
Halil Dagci

Xelîl Daxci bi xwe di bazarê de meywefiroşîyê dike. Ew jî li ber giranbûna tiştan hestên xwe wiha dîyar dike.

“Îsal bazar wisa giran bûye ku buhayên tiştan hîç nakevin her roj bilind dibin. Buhayên xox di di bazara serhev de bi giştî bûye 10 lîra, 12 lîra, mûz ser 15 lîrayî ye. Em nikarin bikirin wê mişterî çawa bi karibin ku ji me bikirin. Di buhayên keskatîyê de jî gelek giranî çêbûye. Gava em buhayên tiştekê ji mişterîyan re dibêjin mişterî dibêjin wew.”

Li kolanên Enqerê li gel kê bê qisekirin pirê wan dibêjin ku ew bi mûçê ku digirin nikarin debara xwe bîkin.

Kirîn, firotin her çiqas ser perê Tirkîyê be jî, buhabûna tiştan bi dolar ve girêdayî ye û gava dolar bilind dibe buhayên tiştên din jî yekser bilind dibin.

ED_22_11_2021_Kredîtkart
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00

XS
SM
MD
LG