Heşt sal berê Netewên Yekbûyî 11 Cotmahê wek “Roja Zarokên Keç ya Cîhanê” pejirand.
Di civakê de hêjî di navbera zarokên keç û kur de rengê cûdatîyê derdikeve pêş. Gelek malbat hene keçên xwe nadin xwendinê lê hin malbat jî hene ku li ber bê derfetîyê nikarin bidin xwendinê.
Di Roja Zarokên Keç ya Cîhanê de bangeke balkêş ji keça Kurd Siltanê Ilgaz hat. Ew dipirse û dibêje “Heke keç nexwînin ev dinya ji bo çî ye?”
Çîroka Siltanê di erdheja Wanê de destpêdike. Dema erdhejê de xanîyê wan zirar dibîne. Hê karesata erdhejê dawî nebûye hin xizmê wê di bin aşîtê de jiyana xwe ji dest didin. Ew vê cîroka xwe wiha tîne ziman:
"Salek berê li gel malbata xwe em hatin Enqerê. Rewşa me gelek xirabe. Bavê min ana diçe bazaran de dixebite. Dema em li gundbûn bavê min şivanî dikir rewşa me baştirbû."
Ew 5 keçin. Caran xizmên wan jî destê alîkariyê bo malbata Siltanê dirêj dikin û piştgîrî didin wan, lê dîsan têra nake, lê ew dibê ji bê derfetîyê dibe ku dest ji xwendinê berdin "Ez xwendinê pir hez dikim lê derfetê me tunene. Ana li ser kompîtur û telefonê perwerde çê dibe. Lê telefona an jî kompitûra min nîne. Li ber vî jî ez ji dersan paşta dimînim. Ji xwe ez ewan jî pir fem nakim ji bo ku ew Tirkin em jî Kurdin."
Wek her zarokî hêvîya Siltanê jî, jiyaneke asayî ye, lê ew dibêje derfetên me nahêlin ku em cilê dibistanê li xwe bikin. Armanca wê ewe ku bibe spîkera nûçeyan.