Çavadêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) îro Çarşemê ragihand ku endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê droneke keşfê ya Tirk li bejahiya Minbicê xistin xwarê.
SOHR dide zanîn ku balafira keşfê ya Tirkiyê li ser gundê El-Yalanli yê bakurê rojavayê bajarê Minbicê li gundewarê rojhilatê Helebê ketîye xwar.
Lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatine bidestxistin.
Di 27’ê Çile de jî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR)’ê ragihandbû ku droneke keşfê ya artêşa Tirk li gundê Samoqiyê yê gundewarên bakurê Helebê ya ku dikeve nava herêmên li jêr kontrola Kurdan û hêzên rejîmê de hatiye xistin.
Lê derbarê bûyera wê demê jî ti pêzanînên derbarê kuştî û birîndaran de ne hatin ragihindin û ti aliyek xistina firokê negirtbû ser xwe.
Jêder: SOHR