Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li 10 Bajarên ku Erdhej Çêbûne Rewşa Awarte Ragihand


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku li herêmên bin bandora erdhejl de rewşa awarte hatiye ragihandin.

Erdogan got ku li 10 bajarên ku erdhejên hêzdar çêbûne, sê meh rewşa tengavî hatiye ragihandin.

Wî da zanîn ku bi giştî 25 hezar û 693 xebatkarên AFADê karê rizgarkirinê didomînin.

Du erdhejên hêzdar û bi dehan lerîzînên dû erdhejan li bajarên Entab, Semsûr, Ruha, Amed, Mereş, Melêtî, Kîlîs, Edene, Osmanîye û Hatayê bi ezaran kes kuştina û birîbdar kirine.

Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay îro Sêşemê ragihand ku di encama erdhejên wêranker de heta niha 3432 kes hatine kuştin, 20 hezar û 534 kes jî birîndar bûne.

Kerem kin nûçeyên dawî ji bloga me ya zindî bişopînin: https://www.dengeamerika.com/a/6950067.html

XS
SM
MD
LG