Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Heta Niha 3 Hezar û 549 Kes di Erdhejê de Mirine


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku hejmara giştî ya kuştîyên erdheja malwêran ya li Tirkîyê bûye 3 hezar û 549 û ya birîndaran jî giheştiye 22 hezar û 168 kesan.

"Cîhê şabûnê ye ku heta niha pirtir ji 8 hezar hemwelatî ji bin kavil û paşmayîyên avahîyên rûxandî, bi zindî hatine derxistin."

Wî da zanîn ku bi giştî 25 hezar û 693 xebatkarên AFADê karê rizgarkirinê didomînin.

Erdogan herwiha got ku li 10 bajarên ku erdhejên hêzdar çêbûne, sê meh rewşa tengavî hatiye ragihandin.

Ajansa Reuters ji zarê karbidestên Tirk radigihîne ku 13.5 mîlyon kes di bin bandora erdhejên wêrankar de ne.

Ji Edenê heta Amedê nêzî 450 km û ji Melêtî heta Hatayê nêzî 300 km herêm ji erdhêjên zîyanên mezin dîtine.

Du erdhejên hêzdar û bi dehan lerîzînên dû erdhejan li bajarên Entab, Semsûr, Ruha, Amed, Mereş, Melêtî, Kîlîs, Edene, Osmanîye û Hatayê bi hezaran kes kuştine û birîndar kirine.

Kerem kin nûçeyên dawî ji bloga me ya zindî bişopînin: https://www.dengeamerika.com/a/6950067.html

XS
SM
MD
LG