Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Keysên Koronayê li Rûsya 520,000î Derbas Dike


Rûsya îro Şemiyê 8,706 keysên nû yên vîrusa korona ragihandin û hejmara giştî ya keysan li welêt 520,000 derbas kir.

Bi van hejmarên nû Rûsya dikeve pileya sêyem a hejmarên herî bilind ên vîrusê piştî Amerîka û Brazîlê.

Hejmara miriyan li Rûsya 6,829 e, ku gelekî kêmtir e ji hin welatên din ên ku vîrus bi awayekî berfereh lê belav bûye.

Krêmlinê hebûna pirsgirêkên amarên fermî red kir, piştî ku Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî gotibû asta nizm a miriyan li Rûsya nayê têgihiştin.

Xizmeta amaran a dewleta Rûsya Rosstat îro Şemiyê hinek agahî belav kirin ku diyar dikin 2,712 nexweşên koronayê di meha Nîsanê de mirine. Vîrus sedema sereke ya mirina,1,660 kesî bû, li gor agahiyên Rosstatê.

Beşê Mosko yê saxkemiyê vê hefteyê hejmara miriyên meha Gulanê bilind kir, û guhertin vegreand ser awayê destnîşankirina sedema mirina nexweşên ku wan pirsgirêkên din ên saxlemiyê hene.

XS
SM
MD
LG