Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Ukrayna di Şerê Xwe de Şervanên Bîyanî bi Kar Tînin


Dîmenek çend şervanên bîyan ligel artêşa Ukraynî.
Dîmenek çend şervanên bîyan ligel artêşa Ukraynî.

Ji destpêka şerê navbera Rûsya û Ukraynayê li 24’ê Sibatê ve, gelek raport derbarê beşdarîya şervanên bîyanî ligel her du alîyên şer hatine holê.

Li ber dagîrkirina artêşa Rûsyayê, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy berî çend hefteyan bi awayekî vekirî bang li dilxwazên seranserê cîhanê kir ku biçin Ukraynayê û ligel artêşa Ukraynî berevanîya welatê wî bikin.

Artêşa Ukraynî hefteya borî ragihand ku 20,000 şervanên bîyanî ji 52 welatan navên xwe dane da ku beşdarî şerê dijî Rûsyayê bibin.

Jibo vê mebestê, beşekî taybet jibo şervanên bîyanî li nav artêşa Ukraynayê hatîye demezrandin da ku bi awayekî fermî beşdarî şer bibin.

Karwanekî artêşa Rûsyayê nêzîkî paytext Ukraynya, Kîev.
Karwanekî artêşa Rûsyayê nêzîkî paytext Ukraynya, Kîev.

Rûsya Çi Dike?

Li alîyê din, êdî eşkere bûye ku Rûsya hewl dide şervanên bîyanî ji çend welatan bîne Ukraynayê bi armanca ku ligel hêzên wê şerê artêşa Ukraynayê bikin.

Hefteya borî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarîya şervanên bîyanî di şerê Ukraynayê de erê kir.

Wezîrê Berevanîya Rûsyayê Sergei Shoigu roja Înîyê ragihand ku 16,000 şervanên dilxwaz ji Rojhilata Navîn qebûl kirine ku ligel Rûsyayê şer bikin. Lê hinek raport dibêjin ku Rûsya bi pere şervanan li Sûrîyê û welatên din peyda dike.

Rojnameya Jerusalem Post di raporteke xwe de roja Yekşemê ser zarê dezgeha îstixbaratan ya Ukraynayê ragihand ku Rûsya hejmarek şervan ji Sûrîyê û Serbistanê perwede kiriye da ku li Ukraynayê şer bikin.

Herwiha hinek agahî hatine piştrast kirin ku Rûsya hîndarîyê dide şervanên ji Lîbyayê jî ku beşdarî şer li Ukraynayê bibin, li gor dezgeha îstixbaratên Ukraynî.

Besam Ehmed, berspirsê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmednîyê, dibêje ku Rûsya bi alîkarîya rejîma Sûrî navên bi hezaran kesan tomar kiriye da ku wan derxîne qada şer li Ukraynayê.

Ehmed ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku li alîyê opozisyona Sûrî jî daxwazeke heye ku bi rîya Tirkîyê şervanan bişîne Ukraynayê da ku ligel artêşa Ukraynî şer bike, lê ti agahîyên konkret derbarê van salixdanan tune ne.

Televîyona BBC dawîya hefteyê ragihand ku Grûpa Wagner ya leşkerên taybet ya Rûsyayê dest bi şandina şervanên bîyanî bo Ukraynayê kiriye. Heta niha Wagner dora 400 şervanên bîyanî peyda kiriye, li gor raporta BBC.

Jerusalem Post dîyar dike ku Rûsya di navbera 300 û 600 dolaran mûçeya mehane dide kesên bîyanî ku ligel wê li Ukraynayê şer dike.

Wagner ji alîyê rêxistinên mafên mirov ve bi tawanên şer li Sûrîyê û Lîbyayê hatiye tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG