Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rutte Dibêje Ew bi Hilcivîna Rêberên Ewrupî Geşbîn E


Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte
Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte

Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte berî hilcivîna rêberên Ewrupî yên li Brîtanya got ku ew ser hilcivînê geşbîn e.

Rutte li ser X’ê dîyar kir ku divê dewletên Ewrupî ser piştgirîya jibo Ukrayna zêdetir alîkarî bidin.

‘’Em hemî dixwazin ku peymaneke aştîyê çêbe û divê ew peyman mayînde be.’’

Wî bi berdewamî dîyar kir ku Ewrupîyan bi civîna li Brîtanya ‘’bi rastî jî’’ gav avêtine.

Sekreterê Giştî yê NATO di dawîyê de got ku ewê Ewrupa jibo xurtkirina hevpeymanîyê budceya seba berevanîyê zêdetir bike.

Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer dîyar kir ku ew ser ewlekarîya Ewrupa civîneke girîng li dar dixin.

Rêberên Ukrayna û Kanada jî beşdarî li civînê dibin.

Çaverê ye Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy piştî civînê bi şahê Brîtanya Charles re bicive.

Jêder: X, France24

XS
SM
MD
LG