Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malley li Erebistana Saudî Gotûbêjên Navokî yên Îranê Giftûgo Dike


Robert Malley, Şandîyê Amerîka yê Taybet bo Îranê.
Robert Malley, Şandîyê Amerîka yê Taybet bo Îranê.

Ajansa dewletê ya nûçeyan li Erebistana Saudî (SPA) ragihand ku Wezîrê Derve yê wî welatî Feysel bin Ferhan û Şandîyê Taybet yê Amerîka bo Îranê Robert Malley îro Çarşemê civîyan û gotûbêjên navokî yên Îranî nîqaş kirin.

SPA got ku Fehran û Malley, yê ku di serdaneke fermî li Riyad e, herwiha behsa “girîngîya xurtkirina karê hevbeş kir da ku piştgirîya Îranê bo mîlîşyayên terorîst ku gefeyan li aramî û ewlekarîya Rojhilata Navîn û cîhanê dixwin.”

Hêjayî gotinê ye ku Malley di serdana herêmê de herwiha ligel rêberên Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb (UAE) û Qeterê kom dibe.

XS
SM
MD
LG