Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Şamî Dibêje Êrîşên Tirkîyê di Roja 5'an de Bênavber Didomin


Piştî êrîşên Tirkîyê kargeheke hîdrokarbon li nêzî Til Ewdah li Hesekê
Piştî êrîşên Tirkîyê kargeheke hîdrokarbon li nêzî Til Ewdah li Hesekê

Berdevkê HSD'ê Ferhad Şamî li ser zîyanên ku di encama êrîşên berdewam yên Tirkîyê yên ser herêmên Kurdan de agahîyên girîng dide xwendevanên Dengê Amerîka.

Trombîlek li gundê Teqil Beqil li herêma Dêrîkê ku bûbûn armanca êrîşên esmanî yên Tirkkîyê
Trombîlek li gundê Teqil Beqil li herêma Dêrîkê ku bûbûn armanca êrîşên esmanî yên Tirkkîyê

Şamî got ku êrîşên dewleta Tirk 5 roj in bênavber berdewam dike. "Bi taybetî ji xeta Şehbayê heta Kobanê, Minbic û herêma Cizîrê bi tevahî bi balafirên keşfê û balafirên şerker û herwiha bi tank û topan tên armancgirtin."

Şamî bi bîr xist ku do firokên şerker yên Tirk êrîş birin ser Kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ'ê tê de dimînin.

"Di encama wan êrîşan de hin hevalên me birîndar bûbûn û hinek jî şehîd ketibûn. 8 hevalên me yên ku parastina kampê dikirin şehîd ketin."

Berdevkê HSD'ê Ferhad Şamî Ser Zîyanên Êrîşên Tirkîyê Agahîyên Girîng Dide
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:47 0:00

Berdevkê HSD'ê bi berdewamî got ku Tirkîyê îro jî bi tank û topan êrîş birin ser nêzî 46 gundan.

"Bi van êrîşan şebekeya elektrîkî ya bajarê Amûdê zarareke mezin dît. Cîhekî petrolê yê Tirbesipî, ew jî armanc hate girtin û xirab bû. Hejmara îstasyonên petrolên yên ku hat xira kirin derket heftan."

Şamî da zanîn ku êrîşên bi balafirên esmanî û yên keşfê îro kêm bûn jiber ku ewr hebûn, baran û mij bû.

"Rewşa hewayê bû asteng li pêşîya liv û tevgera balafiran. Yanî faul danî pêşîya van balafiran. Lê dîsa êrîşên dîtir berdewam dikin heta van kêlîyan jî. Bi taybetî jî gundên derdora Amûdê û Şehba tên topbaran kirin.

Serfermandarê HSDê Mazlum Ebdî jî do Çarşemê ji medya Amerîkî re gotibû ku jibo Amerîka erkeke ahlaqî ye ku jibo pêşîgirtina operasyoneke bejeyî ya Serokê Tirkîyê Recp Tayyîp Erdogan pirtir bizavan bike.

"Me di şerê dijî DAIŞê de berdelên giran dan û pirtir ji 12 hezar şervanên me canên xwe ji dest dan. Em û gelê me bawer dikin ku erkeke ahlaqî li pêş Washington û hêzên din e ku malbatên wan şehîdan û gelê vê herêmê biparêzin,"Kobanê got.

Wezareta Berevanî ya Amerîka jî ragihandibû ku êrîşên esmanî yên Tirkîyê yên li Sûrîyê bo leşkerên Amerîkî gefên rastexwe çêdike.

Berdevikê Pentagonê Patrick Ryder bi daxuyanîyeke nivîskî gotibû ku ew jiber girjîya li bakurê Sûrîyê, Îraq û Tirkîyê ketine fikaran.

Wî bal kişandibû ku ew girjî bo têkoşîna pêşketî ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) gef in û jibo ewlekarîya hêzên wan yên li hêrêmê bi demûdestî sekinandina girjîyê xwestibû.

Hevdem, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên dawî de gefên xwe didomîne ku ewê operasyoneke bejeyî li hindurê Sûrîyê bikin.

Kerem kin raporta rojnamevanê Dengê Amerîka, Henry Ridgwell temaşe bikin ku hevkarê me Dexîlê Şemo dixwîne:

Erdogan Gefên Operasyoneke Bejeyî li Hindurê Sûrîyê Didomîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
XS
SM
MD
LG