Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Piştgirî Dide Parlementera Xwe Guzel, Hikûmet Dixwaze HDP’ê Bigire


Semra Guzel

Wêneyên parlamentara HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, ku wê di sala 2014’an de bi çekdarekî PKK’ê yê bi navê Volkan Bora re kişandine, berî çend rojan ji alîyê sazîya dewletê Ajansa Anadolu ve hatin weşandin.

Guzel daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Bora destgirtîyê wê bûye û ew di sala 2014’an de jiber cezayan revîye Ewrupayê.

“Ez di dema pêvajoya çareserîyê de hîn bûm ku Volkan Bora di nava refên PKKê de ye û çûm serdana wî. Wek gelek malbatan jibo rewşa wî hîn bibim ez jî çûm, ji alîye du jinan hatim pêşwazî kirin û wan got ku jibo ewlehîyê divê kincên wan li xwe kim.’’

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

Guzel dîyar kir ku wê demê ew ne endama HDP’ê bûye û pênc sal berê piştî Konak hatiye kuştin, ew foto li ser wî hatine dîtin, lê wê demê jibo wêneyan derheqa wê ti lêpirsîn nehatuye vekirin.

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di gotara partiya xwe de li ser Semra Guzel axifî û got ku divê parlamenterîya wê demûdest were betal kirin.

“Em di bin banê parlamenê de terorîstan naxwazin. 'Divê Dadgeha Qanûna Bingehîn erka xwe bi cîh bîne û vê partîyê bigire,” Bahçelî got.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu jî got ku ger hun bibin parlamenter jî sîfeta terorîstîyê ji ser we naçe.

Piştî van bertekan, Sêşemê êvarê Wezareta Dadê ya Tirkîyê di derheqa Guzel de fezlekeyek amade kir û hinart Serokomarîya Tirkîyê.

Piştî wan êrîşan, HDP’ê bi daxuyanîyeke piştgirî da Guzel û ragihand ku ew ne tenê ye.

“Parlamentera me ya Amadê Semra Guzel, wêneyê wê ji alîyê desthilatîyê ve ji çapemenîyê re hatiye dayîn. Piştî vê yekê, parlamentera me rastî êrîşên cinsî hat. Ev lînça bi rêxistinî ji alîyê desthilatîyê ve tê çêkirin.”

Piştî belavbûna van wêneyan bi lezûbezî dijî Guzel fezleke hate amade kirin. HDP’ê îdia kir ku desthilatîya zilaman ji qesra seroktîyê talîmat girt û yekser di derheqa rêhevala wan de fezleke amade kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

“Desthilata sîyasî bi van gavan dixwaze ku hem têkoşîna me ya jinê lawaz bixe û hem jî êrîşan bîne ser partîya me. Bi van êrîşan dixwazin ku sîyasetê me awaz bikin û bejna jinê bide tewandin. Ne fezlekeya we, ne lêpirsîna we û ne jî çavtirsandina we nikaribe Semrayê ji têkoşîna xwe dûr nexîne. Em wek Meclîsa Jinê heta dawîyê li pişta Semrayê ne. Parlamentera me û endama me ya Meclîsa Jinê Semra Guzel ne tenê ye.”

Parlamenterên jin yên HDP’ê jî jibo piştgirîya Guzelê daxuyanîyek belav kir û got ku ew li kelêka hevala xwe ne.

''Desthilatîyê bi vê hewildana lînçkirinê dixwazin partiya me reş bikin, li dijî tekoşîna jinan dîtbarîyek neyênî çêkin û bi van kirinan jî dixwazin îtîbara xwe xelas bikin.''

Hêjayî bîrxistinê ye ku çekdarê PKK’ê Volkan Bora (Koçero Meletî) li bajarê Semsûrê di operasyoneke de ji alîyên leşkerên Tirkîyê ve hatibû kuştin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG