Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siberoja Pêwendiyên Sûriyê ligel Welatên Erebî


Ev bû demek e hin welatên Ereb hin gavan ber bi başkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyê re davêjine û hikûmeta Sûriyê geşbîn e ku dê ev gav pêşkevin û pêwendiyên dîplomatîk yên ku bi salan nemane careke din vegerin.

Du meh berê serokê Sûriyê Beşar Esed bi rêya telefonê bi şahê Urdunê re axifî û piştre wezîrê derve yê Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî serdana Dîmeşqê kir. Welatê Cezayêr jî gotibû wê kêş nînin ku Sûriyê tevlî kombûna Komkara Erebî ya sala 2022an bibe.

Li Beramber wan, hin welatên din, wekî Qeter û Erebistana Saudî, li dijî normalkirina pêwendiyan in û hikûmeta Sûriyê bi kuştina bi sed hezaran welatiyên Sûrî tawanbar dikin.

Welatên Ereb yên ku dixawzin pêwendiyan vegerînin jî dibêjin pêwîste hikûmeta Esed gelek gavan bavêje ji bo ku careke din were himbêzkirin.

Ew dixwazin Dîmeşq nehêle ku Sûriyê bibe alavekê ji bo pêkanîna ecindeyên Îranê li herêmê, rê li qaşaxiya madeyên hişbir bigre, bingehekê ji bo vegra penaberên Sûrî ava bike û hin gavên rijd ber bi biryara Neteweyên Yekgirtî 2254 bavêje.

Ew niha çaverêyî wê yekê ne ka Sûriyê ta çi astê amade ye van daxwazan pêk bîne.

Vegrandina pêwendiyan bi Dîmeşqê re di vê qonaxê de çiqas nêzîk e?

Yên li dijî van pêwendiyan in, argumenta wan çi ye û dê ta kengî li ser helwesta xwe bimînin?

Rola Rûsya û Amerîkayê di vegerandin û nevegerandina van pêwendiyan de çiye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Siyamend Hajo, serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanê ku li Almanyayê dimîne û Ferîd Saadûn, şîrovekarê siyasî ku li Qamşloyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 21-12-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:05 0:00


XS
SM
MD
LG