Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Dixwazin Biharê Bikin Zivistan


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li ser protestoyên dijî rûdanên li Parka Geryanê ya Taksîmê ku bênavber berdewam dikin û li gelek bajarên din jî berbelav bûne peyivî.

Serokwezîr Erdogan roja Duşemê berîya dest bi serdana xwe ya 4 rojî ya Tunis, Cezayîr û Mexribê bike derket pêş medyayê û got, ew protesto li hûndir û derve hatine plan kirin ku karê derdorên radîkal e.

Birêz Erdogan, helwesta Partîya Gel ya Komarî (CHP) rexne dike û dibêje, "heman rewşa miqilk û beroşê ye. Me berê jî ev dîtin. Lê ji sedî 50’yê ku em wan zor digirin ji malên xwe derkevin hene."

Serokwezîr Erdogan, nûçeyên medya cîhanî ku van rûdanan wekî bihara Tirkîyê binav dikin jî rexne dike û dide xuya kirin, "yên ku nûçeyan bi navê ‘Bihara Tirkîyê’ belav dikin vî welatî nas nakin. Li Tirkîyê demokrasîya parlamanterî rûniştîye. Em niha biharê dijîn yên hewil didin vê veguherînin zivistanê hene."

Serokwezîrê Tirk bibîr dixe ku piştî 10 mehan hilbijartin hene û yên nikarin AK Partîyê bi rêyên demokratîk têk bibin hewil didin bi van rêyan têk bibin.

Li alîyê din Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul jî îro Duşemê derbarê protestoyan de, peyamek ragihand.

Serokomar Gul radigihîne, "li ser demokrasîya Tirkîyê ceribandin çêbûye ku êdî divê rewş aram bibe. Demokrasî ne tenê hilbijartin e, peyama xelkê li meydanan hate standin. Divê herkes bi hestîyarî tevbigere ku rênede rêxistinên îllegal bikevin tevgerê."

Heta dema van daxuyanîyên serokwezîr û serokomar jî li gelek deverên Tirkîyê protestoyên girseyî berdewam dikirin ku hîna ne dîyar e rewş aram dibe yan na.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG