Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Sêşemê dîyar kir ku Rûsya bi kiryarên xwe nîşan daye ku ewê hêza leşkerî dijî cîranên xwe bi kar bîne.
Stoltenberg dîyar kir ku Fînlandîya di encama şerê êrîşkarîyê yê Putîn yê dijî Ukrayna dibe endama NATO.
‘’Armanca NATO ne provokekirina pevçûnê ye, lê ew armanc dike ku rê li ber pevçûnan bigire’’ Stoltenberg got.
Wî dîyar kir ku piştî Fînlandîya ewê piştrast bikin ku Swêd jî dê bibe endameke tam ya hevpeymanîyê.
Fînlandîya û Swêd piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên wê.
Jibo endamên nû werin pejirandin divê endamên hevpeymanîyê bi yekdengî wan bipejirînin.
Tirkîye heta niha jî dibêje Swêd mazuvanîya komên terorîst dike û dijî endamtîya Stockholmê disekine.
Bi Fînlandîya re hejmara endamên NATO îro Sêşemê dibe 31.
Jêder: VOA, Reuters