Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Siweyda Xwepêşandanên Nû yên Dijî Rejîma Sûrî Destpê Dikin


Dîmenek ji xwepêşandanên Tebaxa 2023'an li Siweydayê.
Dîmenek ji xwepêşandanên Tebaxa 2023'an li Siweydayê.

Pêleke nû ya xwepêşandanên dijî rejîma Sûrî li parêzgeha Siweyadayê ya başûrê Sûrîyê di çend rojên dawî de derketîye.

Di protesteyên ku bi sedan xelk tê de beşdar dibin, bangên guhertina siyasî û roxandina rejîma Serok Beşar Esad tên kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, ku bingeha wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku di xwepêşandanên roja Sêşemê de beşdaran daxwaza berdana girtîyên siyasî kir û banga pêkanîna biryara Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî hejmar 2254 kir. Biryara NY ya sala 2015’an banga veguhestineke siyasî li Sûrîyê dike.

Li gor Çavdêrîyê, xwepêşanderan do Duşemê wêneyên serokê rejîma Sûrî Esad ji ser hinek dezgeh û avahîyên fermî rakirin, wekî protestokirin hember têkçûna rewşa siyasî û aborî û nebûna ewlekarîyê.

Rûniştvanên Siweydayê bi piranî Durzî ne. Ligel destpêbûna şerê Sûrîyê sala 2011’an, piranîya xelkên parêzgehê nebûn alîgirên hikûmetê, ne jî yên opozisyonê.

Lê di çend mehên dawî de, asta xwepêşandanên dijî Şamê di nav Durzîyan de zêde bûye. Ji Tebaxa 2023’an ve, çalakvan û xelkên din yên Siweydayê çalakîyên dijî hikûmetê lidar xistine.

Çavdêr dibêjin bilindbûna asta protestoyên herdu rojên dawî girêdayî kuştina girtîyekî siyasî ne.

“Dezgeha ewlekarî ya rejîma Sûrî malbata zindanîyê bi navê Nasir Bunduq agahdar kir ku ew mirîye. Li gor raportan, Bunduqê ku ji 2014an ve girtî bû li jêr êşkencekirina hêzên ewlekarî di zindanê de hatiye kuştin. Vê nûçeyê hişt ku asta hest û xwepêşandanên dijî rejîmê bilindtir bibe,” çavdêrê karûbarên Sûrîyê Ramî Zeynedîn got.

Zeynedîn, ku bixwe ji Siweydayê ye, ji Dengê Amerîka re got ji dema ku asta şer li seranserê welêt kêm bûye, xelk êdî çaverê dikin ku rejîm sozên ku dabûn pêk bîne, bi taybet di warê misogerkirina ewlekarîyê û başkirina jiyana aborî de.

“Jiber ku rejîm nikare van sozan pêk bîne, beşekî mezin ji civaka Durzî êdî helwesta wan bûye dijî rejîma Esad, di nav de ewên ku berê piştgirîya hikûmetê dikirin.”

Di gaveke balkêş de, Hikmet el Hijrî, rêberê rûhanî yê Durzîyan, piştgirîya xwe bo xwepêşander û daxwazên wan ragihand.

“Tevgara aştîyane ku niha li Siweydayê diqewime tiştekî pîroz e. Divê xwepêşandan bi gavên rast û zelal bidomin, jiber ku gel mafê xwe yê derbirînê bikar tîne û daxwaza mafên xwe yên rewa dike,” El Hijrî roja Yekşemê di gotareke vîdyoyî de got.

Rêberê Durzî herwiha da zanîn ku dezgehên hikûmeta Sûrî serhişkîyê dikin û biryara wan ne di destê wan de ye, lê hinek welatên din wan birêve dibin.

Şîrovekar Zeynedîn vê piştgirîya el Hijrî wekî gaveke girîng jibo zêdebûna asta xwepêşandanan û berdewamîya wan dibîne.

Rayan Marûf, sernivîserê malpera Siweyda24, pêşbînî dike ku di hefte û mehên li pêş de giranîya xwepêşandanan bêtir bibe.

"Rewşa keşûhawayê baştir dibe û xelk dikarin bêtir çalakîyên wisa bikin. Tevgera protestoyan bêtir rêxistinkirî ye û dizane çawa daxwazên xwe çarçove bike," Marûf ji Dengê Amerîka re got.

XS
SM
MD
LG