Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hewilên Avakirina Komîteya Destûrî ya Sûrî


Şanderê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffan de Mistura dibêje ku kar bo damezrandina komîteya destûrî ya Sûriyê berî dawiya salê ar berdewam e, lê dijwarî jî hîn li pêş in.

Meha borî, aliyên Sûrî û garantorên kombûna Astana li Qazaqistanê jibo damezrandina vê komîtê nikaribûn bigihin ti encaman.

Pirsgirêka damezrandina komîteya destûrî hemî li dor 50 endaman e ku wê kesên şareza, serbixwe, kesitîyên êlan û jinan pêk werin.

Berê, li dor 50 endamên şanda hikûmetê û 50 yên opozisyonê rêketin heye.

Kî bendan li pêş hewilên avakirina vê komîtê datîne?

Komîta destûrî çiqas girîng e û çawa dikare ji çareseriyeke demdirêj ya li Sûriyê re bibe bingeh?

Eger hat û komîte hate avakirin, ewê ta kîjan astê bikaribe destûreke nû ya bo Sûriyê darêje?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Farûq Hecî Mistefa, rêvebirê Navenda Berçav a Medya û Azadiyan ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Ehmed Hesen, şîrovekarê siyasî ku li Almanya dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

hest û helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:03 0:00

XS
SM
MD
LG