Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: 9 Kes li Êrîşên Rejîma Sûrî Hatin Kuştin


Çalakvanên Sûrî dibêjin ku bi sedema topbarankirin û êrîşên rejîma Sûrî, bi kêmî ve neh kes roja Çarşemê li seranserê welatî hatin kuştin.

Komela Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku êrîşa hêzên hikûmetê roja Çarşemê jî li bajarê Xan Şeyxûn berdewam bû û pênc kes hatin kuştin, rojekê piştî 20 behîdar her li wî bajarî hatin kuştin.

Êrîşa roja Sêşemê li Xan Şeyxûn di demekê de bû ku çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li wî bajarî bûn.

XS
SM
MD
LG