Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînekê Karwanê N.Y. li Sûrîyê Kir Armanc


Çavedêrên Neteweyên Yêkgirtî li Sûrîyê dibêjin roja Sêşemê piştî nîvro karwanek çar otomobêlên wan li bajarê Xan Şeyxûn, nêzîk bajarê Hama ya navenda serhildanê rastî teqînekê hat. Di wê derbarê de pevdarê NY, Martin Nesirky got:

“Xisaret gihîşt sê otomobêlên NY, lê çi karmendên wê di teqînê de zarar nedîtin. Çaverdêrîya NY, tîmek nobedaran hinartîye herêmê ku alîkarîya derbazbûna çavedêrên leşkerî yên NY biken.”

Heta 200 çavedêrên NY niha li Sûrîyê kar diken, bo zêrevanîkirina agirbesê di navbera alîyên neyarê hev de ku li 12 ê meha 4 destpêkiri, lê serkeftî nebûye liber kiryarên tundûtîjyê ku li hijmarek bajaran li seranserî welatî berdewam in.

Bo mînak bizavkarên Sûrî dibêjin demê çavedêrên NY li Xan Şeyxûn bûn, hêzên leşkerê Sûrî teqe li xelkê beşdarî rêûresmek behîdarîyê kirin û layê herî kêm 20 kes kuştin. Lê hiJmara kuştîyan ji layê çi jêderên serbixwe ve nehatîye piştrast kirin.

Hevdem, seroka karûbarên mirovî ya NY , Valerie Amos dibêje danûstandin li gel desthilatdarên Sûrî gelek hêdî pêşve diçin li ser hindê ka alîkarî dê bi çi awayî bi ser pitirî yek millyon xelkê hewcedar li nav Sûrîyê de bêN parvekirin.

Amos got hikûmet dixwaze hemi alîkarî bi rêka Heyva Sora Sûrî ve bên dabeşkirin:

“Helbete, li gor dîtina NY girînge ku hemi alîkarî bê ferqûcudahî bên parvekirin. Lewma pêdivî ye ew bigehin destê xelkê li herêmên di bin kontrola opozisyonê de û her wiha xelkê li herêmên di jêr destê hikûmetê de, û çavedêrî jibo me gelek girînge, ku bizanîn alîkarî digehin wan kesan ku herî zêde hewcedar in.”

Amos got nêzîkî 56,000 kesên Sûrî li welatên cîran xwe wek mişext navnivîs kirine, lê hijmara dirust wek xoya gelek bilindtir e li demekê de dizanîn gelek kesan nave xwe tomar nekirîne.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve hatine kuştin ku 14 mehe berdewam e. Hikûmeta Sûrî grûpên jêre dibêjît terorîstên çekdar bi encamdana piranîya vê tundûtîjîyê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG