Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye di Sûrîya Nû de Çi Dixwaze?


Di serdana vê hefteya ya Tirkîyê de, serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el Şeri’ ligel hevtayê xwe yê Tirk Recep Tayyip Erdogan çend doseyên girîng gotûbêj kirin. Şîrovekar dibêjin ewlekarî û aborî mijarên herî berçav di civîna navbera herdu alîyan de bûn.

Serokê demkî yê Sûrîyê roja Sêşemê giheşt Enqerê piştî serdana wî ya navnetewî ya yekê li Riyadê, paytexta Erebistana Saudî. Di preskonferansa piştî kombûnê de, herdu rêberan behsa avakirina hevkarîyeke stratejîk ya demdirêj di navbera Sûrîye û Tirkîyê de kir.

Şîrovekarê siyasî yê Sûrî Ehid el Hindî bawer dike ku jibo Tirkîyê doseya ewlekarîyê pêşîneya serekî ye dema ku dibe behsa Sûrîyê.

Ehid el Hindî
Ehid el Hindî

“Ez vê yekê dibêjim, jiber ku Tirkîyê ji çend alîyan ve berê xwe dide doseya ewlekarîyê li Sûrîyê. Enqere di berjewendîya xwe de dibîne ku weberhênaneke demdirêj di warê ewlekarî de li Sûrîyê bike,” Hindî ji Dengê Amerîka re got.

“Gelek komên çekdar yên Sûrî li jêr kontrola rasterast ya Tirkîyê ne. Lewra wê destê Tirkîyê li Sûrîyê dirêj bimîne. Herwiha, Tirkîyê naxwaze ku şerekî nû li Sûrîyê bibe sedema koçberîya Sûrîyan ber bi Tirkîyê ve, jiber ku şîyana Tirkîyê nema êdî heye ku koçberên din vehewîne. Mijara din ya girîng jî pirsgirêka Kurd û Partîya Karkerên Kurdistanê ye. Jiber wisa, ez dibêjim ku doseya ewlekarî li cem Tirkîyê ya herî girîng e,” wî dîyar kir.

Berî ku el Şeri û Erdogan kom bibin, ajansa Reuters ya nûçeyan agahîyek belav kir, tê de çend xalên serekî yên rêkeftinekê di navbera herdu alîyan de hatine destnîşankirin. Doseya hevkarîya ewlekarî di nav wan xalan de cih digirin.

John Salih, lêkolerê karûbarên Sûrîyê li Washington, dide zanîn ku Tirkîyê bi cidî hewl dide ku hebûna xwe ya leşkerî bi rîya rêkeftinên fermî bike rastîyeke mayindeyî.

John Salih.
John Salih.

“Erdogan dixwaze di vê dema hestiyar û dîrokî ya Sûrîyê de hikûmeta nû bi tevahî kontrol bike. Armanca Tirkîyê ya serekî ew e ku bib aktera herî bihêz di nav karûbarên Sûrîyê de. Tirk dixwazin bingehên leşkerî li deverên wekî Heleb, Îdlib û naverasta Sûrîyê ava bikin, da ku rewatîyekê bide hebûna xwe li Sûrîyê,” wî ji Dengê Amerîka re got.

Lêkoler Salih dibêje ku Tirkîyê xwe wekî hêzeke mezin li Rojhilata Navîn dibîne, jiber wilo ew plan dike ku li Sûrîyê cihê Îranê bigire û bandora xwe bi vî awayî eşkere bike.

“Herwiha, em jibîr nekin ku Tirkîyê dixwaze El Şeri’ garantîyan bide wan ku ewê hebûna Hêzên Sûrîya Demokratîk li Kurdistana Sûrîyê bidawî bike û bi awayekî ew tevlî wezareta berevanîya Sûrî bibin. Plana ew e ku heta jê bê, ewê Tirkîyê hewl bide ku mafên siyasî yên Kurdên Sûrîyê lawaz bin.”

Danûstandin di navbera hikûmeta el Şeri’ û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de piştî ketina rejîma Esed destpê kirine. Herdu alî dibêjin, tevî ku ew negihiştine lihevkirinekê, danûstandinên wan didomin.

HSD amadebûna xwe jibo tevlîbûna artêşa Sûrî nîşan daye, lê dibêje divê ku taybetmendîya wê û ya deverên bakur û rojhilatê welêt werin parastin. Lê Şam daxwaz dike ku şervanên HSD’ê wekî kes tevlî artêşê bibin, neku wekî grûpeke cuda.

Çavdêr dibêjin asta bandora Tirkîyê li ser Ehmed el Şeri, bi taybet di doseya HSD’ê de, dê bibe bingeh ku heta çi radeyê dê destê Enqerê di Sûrîya nû de dirêj be.

XS
SM
MD
LG