Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Êrîşên Amerîka li Dêra Zorê Şermezar Dike


Wezareta Derve ya Sûriyê roja Yekşemê êrîşên Amerîka li ser xaka wê şermezar kir, û got ku Waşinton derew li ser tiştên ku hatine armanckirin kir û soz da ku dawî li “dagîrkirina Amerîka” li ser xaka wê bîne.

Amerîka got ku wê êrîş li ser navendên girêdayî Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îranê li Sûriyê pêk anîn, piştî ku êrîşeke dronî girêbestekarekî Amerîkî li Sûriyê kuşt.

Çavdêriya Sûriya ya Mafên Mirovan doh Şemiyê ragihand ku 19 kes di encama êrîşên Amerîka de li Sûriyê hatine kuştin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG