Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîranîna 5an Ya Darbeya Leşkerî li Tirkiyê


Bîranîna Darbeya Leşkerî li Tirkiyê

Tirkiye sibê Pêncşemê bîranîna 5an ya darbeya leşkerî ya 15 Temuza 2016an ya neserkeftî libîr tîne, ku li dijî hikûma serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di havîna 2016an de pêkhatbû û zêdetirî 250 kes hatbûn kuştin.

Partiya desthilatdar AKP ya ku serokomar Erdogan serokatiya wê dike dibêje, plana darbeyê ji aliyê aligirên kesayetiyê oldar Fethullah Gulen ve, yê ku niha li Amerîka dijî hatbû rêxistin, ku wan di saziyên dewletê de bi kurahî ciyê xwe kirîye, opreasyonên bihêz li dij tora wê rêxistinê li Tirkiyê tên encamdan, ku li Tirkiyê nasnavê wê rêxistinê bi "FETO" tê naskirin, lê Gulen her tim îdîaya ku destê wî di darbeyê de hebû red dike.

Ji dema darbe çêbû heta niha li gurî belgeyên wezareta karê hundurîn li Tirkiyê 292,000 kes bi tawana ku destê wan li gel Gulen heye, hatine desteser kirin. Nêzî 100,000 kes jî hatine girtin û hin ji wan li benda daghekirinê ne.

Ji dema darbeyê heta niha 150,000 karmendên sivîl ji karên wan hatine derxistin û nêzî 20,000 leşker ji saziyên leşkerî hatine dûrxistin.

Dadgehên li Tirkiyê zêdetirî 2500 sizayên heta mirinê zîndankirin li hin kesan birîye, di 5 salan de bi şêweke rêxistî, polîs kesên gumana girêdana wan bi Gulen heye dişopîne.

Hikûmeta Enqerê dibêje wan bi şêweke berfireh dest bi operasyonên paqijkirinê kirîye, jiber gefa ewlekariyê ya ku Tirkiye rast hatiyre, jiber alîgirên Gulen ku xwe di nava saziyên dewletê de kur dahêlaye.

XS
SM
MD
LG