Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Haşimî Teslîmê Bexdayê Nake


Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan
Tirkîyê ragihand ku hikûmeta Enqere cîgirê serokê Îraqî Tariq El Haşimî teslmê hikûmeta Îraqê nake, piştî cezayê îdamê li dijî wî hate ragihandin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan roja Sêşemê got ku Haşimî dikare li Tirkîyê bimîne û Enqere wî teslîmê Bexdayê nake.

Herwiha serokê Îraqê Celal Talebanî got ku dema ragihandina cezayê îdamê li djî Haşimî “cihê mixabinê ye” çunkî Haşimî hêşta cîgirê serokî ye .

Roja Yekşemê dadgeheka Îraqê cezayê Îdamê li dijî cîgirê Sunnî yê serokê Îraqê da piştî tawanbarkirina wî bi terorê.

Haşimî biryara dadgeha Îraqê şermezar kir û got ku ragihandina cezaya îdamê li dijî wî biryareka sîyasî ye.
XS
SM
MD
LG