Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Ebdî: Êrîşên Tirkîyê Zararê Didin Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê 


Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ji BBC re got ku ger Tirkîye êrîşên xwe yên esmanê bidomîne ewê ji neçarî kampên ku tê de endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtî ne, biterikînin.

Ebdî dîyar kir ku ger Tirkîyê li erdê dest bi êrîşan bike kanîna wan wê têra parastina wan kampan neke.

‘’Tirkîye ji erdê dest bi operasyonê bike ewê hêzên me berevanîya gelên me û malbatên me bikin. Emê nikaribin berevanîya wan kampan bikin.’’

Ebdî bal kişand ku bi operasyona bejeyî wê pêleke koçberîyê jî destpê bike.

Li Kampa Hol, ku têde endamên DAIŞ’ê û malbatên wan hene, pirtir ji 50,000 kes dimînin.

HSD dide zanîn ku bi êrîşên Tirkîyê 7 karbidestên ewlekarîyê hatine kuştin.

Li gor daxuyanîya HSD’ê, piştî êrîşan 6 kes ji kampê revîne, lê ew kes hatine girtin.

"Ew 8 sal in ku em dijî terora DAIŞ’ê şer dikin, lê êrîşên Tirkîyê zararê didin wê têkoşînê," Ebdî bi .

Dora 900 leşkerên Amerîkî li Sûrîyê ne û ew bi piranî li bakurê welêt bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê bi HSD’ê re hevkarîyê dikin.

Amerîka HSD’ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek aktoreke girîng dibîne.

Tirkîye îdia dike ku YPG baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) e û bang li Washingtonê dike ku peywendîyên xwe yên bi wan re bibire.

XS
SM
MD
LG