Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewata Daristanan li Dersîmê Berdewam Dike


Şewata daristana li Dêrsimê
Şewata daristana li Dêrsimê

13 roj berê li navçeyên Xozat û Ovacikê agir bi daristanan ket. Lê li ser bangewaziya şaredarîyê bi mudaxaleya esmanî şewata 13 rojan di di bin kontrolê da ye.

Roja yekşemê jî di sînorê Parka Mîlllî ya Munzurê li Geliyê Ovacikê li devera Kanîya Weliyê Bahoz jî agir bi daristanê ketîye. Ew dever jiber parka mîllî ye ji sivîlan re vekirî ye û bi bangewazîya şaredarîyan ji hewayê bi helkopteran ji erdê bi dilxwaz û kesên dilsoz re hewildanên vemirandinê didome.

Şaredarê Dersîmê (Tuncelî) Fatîh Mehmet Maçoglu li ser medya civakî derbarê şewatên daristanan de parvekirin kir û da xuyakirin ku li gorî îdiayên gundiyan şewat piştî operasyonek leşkerî destpêkirîye.

Îro jî li Geliyê Pulumurê, li dora Çemê Rojê agir bi daristanan ketîye lê jiber ku ew dever di kontrola leşkerîyê da ye, sivîl nikarin alîkariya agir vemirandinê bikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku îsal, sala herî dijwar ya derketina şewatan bû ji bo Tirkiyê, li gelek herêmên toristîk yên cûda li Tirkiyê şewat derketin û ziyanên madî yên mezin gihan wî welatî, herwiha hejmarek kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Raporta Diyarbekir Amedê 30 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:52 0:00

XS
SM
MD
LG