Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Panela Ser Kêşeya Koçber û Pênaberan


Civîna Pirsgirêka Koç û Şerên Herêmî ya Komeleya Mafên Mirovî ya Gerdûnî (EÎHD), Enqere, Tirkîye
Civîna Pirsgirêka Koç û Şerên Herêmî ya Komeleya Mafên Mirovî ya Gerdûnî (EÎHD), Enqere, Tirkîye

Komela Mafên Mirovî ya Gerdûnî (EÎHD) li Enqerê civîneke bi nave “Pirsgirêka Koç û Şerên Herêmî” li dar xist.

Prof. Dr. Mustafa Durmuş, kordînatora Komela Hevkarîya Navnetewî ya Mala Me Ye Dinê, Burçak Sel, rojnamevan Mustafa Balbay û aborîzan Musa Ceylan beşdar wek peyîvdar beşdarî civînê bûn.

Axaftvanan di civînê de li ser encamên şerên herêmî û koçên ku di wan salên dawî de derketinê peyîvîn.

Durmuş ragihand ku li cîhanê niha pirsgirêka herî serekî koçberî û rewşa penaberan e.

"Jiber koçan di hêlekî de pirsgirêkên civakî çêdibin û di hêla din de jî bêkarî, giranbûna jîyanê, destpêkirina xizanîyê û kêşeyên saxlemîyê zêde dibin."

Durmuş bal kişand ser bandora koçberîyê ya ser aborîyê û got ku şerên herêmî bi awayekî cidî aborîyê têk dibin.

"Bi sedema van şeran aborî her ku diçe piçûk dibe; di asta navnetewî de nîrxê diravan dadikeve, jîyan her ku diçe buha dibe û bêkarî jî zêde dibe û ew jî kdibe sedema rîza darayî.”

Durmuş bi berdewamî got ku li Tirkîyê di 2021’an de jiber şerên herêmî di kanîna kirînê de ji sedî 10.9 piçûkbûn çêbûye.

Wî bal kişand ser cîhê Tirkîyê ya di raporta Endeksa Aştîyê ya Cîhanê ya 2022’an ku di warê “Demokrasî û Aştîya Cîhanê” de di nav 163 welatan de, di rêza 145’an de ye.

Durmuş di axaftina xwe de ser şerê Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî rawestîya û got ku li Tirkîyê di salên 1990’an de, li herêma Kurdan şikestineke girîng çêbû.

"Bi salan alozîyên navbera Tirkîyê û PKK’ê didomin, herwiha bo peydakirina lojîstîkê, sîstema cerdevanîyê hate avakirin. Li vê herêmê jiber sedemên ewlekarîyê ji yek mîlyonî zêdetir mirov koç kir.”

Kordînatora Komela Hevkarîya Navnetewî ya Mala Me Ye Dinê, Burçak Sel jî got ku dewleta Tirkîyê hem penaberên Sûrî, Afgyanî û Afrîqî bi qedere xwe re rûbirû hiştine.

Rojnamevan Mustafa Balbay jî di civînê de nêrîna medya Tirkîyê ya ser mijarê şîrove kir û dijberjîya li hember penaberan bi tundî rexne kir.

Aborîzan û nivîskar Musa Ceylan jî li ser lêçûnên penaberan rawestî û got ku heke aborîya penaberan neyê baş kirin, wê demê mafên mirovî yên navnetewî yên penaberan jî wê werin binpê kirin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Li Enqerê Kêşeya Koç û Pênaberan Hate Gotûbêjkirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00
XS
SM
MD
LG