Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Serdema Perwerdehî û Fêrkirinê bi Rexneyên Opozîsyonê Destpê Kir


Di roja destpêkirina perwerdehîyê de Dîmeneke dibistaneke li Enqere, Tirkîyê,12 Îlon,2022
Di roja destpêkirina perwerdehîyê de Dîmeneke dibistaneke li Enqere, Tirkîyê,12 Îlon,2022

Li Tirkîyê piştî dawîbûna betlaneya havînê dema “Perwerdekirin û Fêrkirina Salên 2022-2023” di 12 Îlonê de destpêkir.

Li gor pêzanînên Wezareta Perwerda Neteweyî (MEB) di serdema vê salê de ji 19 mîlyonî zêdetir xwendekar wê di dibistanên sereta û navendî de bixwînin û nêzî 1 mîlyon û 200 hezar memosta ji wê ders bidin xwendekaran.

Di dibistanên sereta de 5 mîlyon û 328 hezar û 391, di yên navendî de 5 mîlyon û 212 hezar û 969, di yên berî perwerdeya dibistanan (pêşdibistanê) 1 mîlyon û 225 hezar û 981 xwendekar wê perwerde bibin.

Li Tirkiyê bi tevahî 67 hezar 124 dibistan hene. Li nav bajarên Tirkîyê de dibistanên herî zêde; 7 hezar û 401 li Stenbolê, 3 hezar û 518 li Enqerê, 2 hezar û 673 li Îzmîr cîh digrin. Bajarên ku têda herî kêm dibistan hene, bi 89 dibistanan şarê Dersimê ye.

Di sala 2022’an de jibo Wezareta Perwerdeya Netewî 189 mîlyar hatîye veqetandin.

MEB dide zanîn ku di nav 10 mehên dawî de 1 hezar û 407 pêşdibistan û 10 hezar û 200 jî baxçeyê zarokan (baxçeyêsawan) hatine vekirin.

Li gor pêzanînên MEB’ê, di serdema perwerdehîya 2021-2022’an de, pêşdibistan, serate û navendî de 9 mîlyon û 928 hezar û 304 kur, 9 mîlyon û 227 hezar û 267 jî keçan, bi tevahî jî 19 mîlyon û 155 hezar û 571 xwendekaran xwendîye.

Hikûmet dibêje ku wan di warê perwerdehîyê de li Tirkîyê pêşketineke mezin pêbi dest xistine.

Wezîrê Perwerdehîya Neteweyî Mahmût Ozer, radigihîne ku wan di 10 mehan de bes 10 hezar polên pêşdibistanan vekirine.

Lê, di vî warî de nêrînên opozîsyonê wek yên hikûmeta desthilatdar erênî nîne.
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehê ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) roja ku li Tirkîyê dibistan vebûn daxuyanîyeke da.

Hevseroka vê komîsyonê Gulîstan Kiliç Koçyîğît dîyar kir ku dibistanên li Tirkîyê di bin kêmasîyeke mezin de hatine vekirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de hikûmet rexne kir.

Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku xeletîyên ku di her warî de têne kirin di warê perwerdehê de jî himan tişt hatîye bikaranîn.

Wî destnîşan kir ku perwerdehîya li Tirkîyê ji zanistîyê dûr ketîye.

Komeleya Ziman Çand Huner (ANKA) li Enqerê di roja destpêkirina perwerdehîyê de daxuyanîyeke dide, 12 Îlon,2022
Komeleya Ziman Çand Huner (ANKA) li Enqerê di roja destpêkirina perwerdehîyê de daxuyanîyeke dide, 12 Îlon,2022

Komeleya Ziman Çand Huner (ANKA) jî li Enqerê di roja destpêkirina perwerdehîyê de daxuyanîyeke da û got ku dewlet bi asîmîlasyona zimanê Kurdî dixweze ku Kurdan tune bike.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Li Tirkîyê Serdema Perwerdehîyê bi Rexneyên Opozîsyonê Destpê Kir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00
XS
SM
MD
LG