Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd ji Dewleta Tirkîyê Daxwaza Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Dikin


Di nav sazîyên Tirkîyê de nakokîyên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Meclîsa Tirkîyê hîn jî pênasînê bi zimanê Kurdî nake û sazîyên Tirkîyê yên din jî banga Kurdan nabihîsin.

Nivîskarê Kurd Fîkret Yildiz li hemberî vê helwesta dewletê bertekan nîşan dide.

“Li Tirkîyê zimanê me li ber mirinê ye. Li bajarên rojavayê Tirkîyê Kes li mala xwe bêtir Kurdî napeyîvin. Êdî li nav malên Kurdan zimnê dayikê her ku diçe hinda dibe. Heke li hemberî vê yekê, bi awayekî lez, bergirî neyê girtin, zimanê me wê bimire. Wê gavê yan em mirine yan jî zimanê me ti ferq nake.”

Di nav sazîya dewletê ya TRT’yê de bêtirî 13 kanalên televîzyonê hene ku yek ji van TRT Kurdî ye ku ji 2009’an vir ve bi Kurdî weşanê dike.

Lê li tevahîya Tirkîyê, li ser Sataylata Turksat’ê, betirî 520 kanal hene ku, bi Tirkî weşan dikin. Perwerdeya ku li Tirkîyê tê dayîn jî tevahîya wî bi Tirkî ye.

Tora Zanyarî ya Perwerdeyê (EBA) ango TRT-EBA-TV jî di bin perê TRT’de û di dema pandemîyê de, di 20’ê Adara 2020’an de dest bi weşana perwerdê kir û ew kanal di bin kontrola Wezareta Perwerdeyê de ye.

Berî hefteyekê Serokê HezKurd’ê Suphî Ozgen jibo ku EBA TV bi zimanê Kurdî jî dersan bide, bi daxwaznameyeke serî li Wezareta Perwerhê da.

“Zimanê Kurdî pêwîste di demeke lez de bibe zimanê perwerdeyê. Jiber vê jî, li Tirkîyê çi qad hene pêwîst e em bi kar bînin û ji van deran daxwaz bikin. Wek HezKurd min bi daxwaznameyeke serî li Wezareta Perwerdê da. Daxwaza me ew e ku bila li ser EBA TV perwerdeya Kurdî were dayîn.”

Ferîde Akturan, bi xwe mamostatîya zimanê Kurdî dike. Ew di nav perwerdeyê de be jî lê gelek gazîncên wê hene.

“Ez dersên Kurdî didim ku j bo min şanazîyeke, lê mixabin ev yek têr nake. Pêdivî ye ku zimanê Kurdî bibe zimanê resmî.

Îro Amed di serî de li gelek bajarên Kurdan û yên Tirkîyê êdî Kurd li nav malê, li bazar û sûkan Kurdî napeyîvin, ev jî her roj zimanê Kurdî ji holê radike.”

Hevserokê Komela Ziman Çand û Huner (ANKA DER)’ê Mehmet Zekî Gonuldaş jî dibêje ku daxwazên Kurdan ji dewletê eşkere ye.

“Kurd hemwelatîyên Tirkîyê ne û mafê wan heye ku bi zimanê xwe perwerdê bistînin. Em dibînin ku bi hewilîn heyî û bi dersên bijartî yên li dibistanan çareserî pêk nayên. Ew gîş xapandin e. Hemû hewildan û daxwazên ku jibo perwerdeya Kurdî tên kirin em girîng dibînin, lê çareserî ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanekî resmî.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku li Tirkîyê bêtirî 70 hezar dibistan û 208 jî zanîngeh hene. Le li ti bajarî bi Kurdî perwerde nayê kirin û di nav 208 zanîngehan de tenê yek Beşa Kurdî heye.

ED_05_29_2024_Zimane_Kurdi_Perwerde
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:58 0:00
XS
SM
MD
LG