Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsal li Tirkîyê 1661 Kes bi Peqîna Mayînan Mirine


Înîsîyatîfa Tirkîyeyeke Bê Mayîn li Amedê jibo rojnamegeran ser mayînan semînerek li dar xist.

Nûnera însîyatîfê Muteber Ogreten pêşkêşîyek kir û derbarê mayînên li Tirkîye û cîhanê hatine çandin agahîyên girîng dan.

Li gor rapora Rexistina Şopandina Mayînan (Landmine Monitor), di sala 2023'yan de li Rûsya, Myanmar, Ukrayna, Kolombîya, Tayland, Tûnisê, dewlet û rêxistinên bi çek mayîn çandine.

Di sala 2023'yan de herî kêm 4 hezar û 710 mayîn peqîyan, 1661 kes mirin, 3049 kes jî birîndar bûn.

834 kes li Sûrîye, 608 kes li Ukrayna, li Yemen û Myanmarê jî 500 kes bi peqîna mayinan mirin, an birîndar bûn.

85 ji sedê wan sivîl, ji sivîlan jî nîvê wan zarok bûn.

Tirkîye ji sala 1996'an vir ve mayînan çênake û di 1998'an de çandina mayînan li welêt hate qedexe kirin.

''Tirkîye Peymana Ottowa di sala 2004'an de imze kir lê heta niha tenê 193 hezar mayînên çandî îmha kir''

Tirkîye di sala 2004'an de Peymana Ottowayê îmza kir ku bi giştî 164 dewlet ev peyman îmza kirine.

Li cîhanê ji 350 cûreyê zêdetir mayîn hene. Di 1992'an de 6 rêxistinên sivîl dijî mayînan kempeynên navneteweyî lidarxistin û ev xebat di sala 1997'an de hêjayê Xelata Nobelê hate dîtin.

Li Tirkîye 1.003.943 mayîn li sînoran û li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkîye, ango li bejahîya bajarên Kurdan hatine çandin. Lê di nav 2015 û 2022'an de tenê 193 hezar mayîn hatine paqijkirin.

Li cîhanê 53 mîlyon, li Tirkyê jî 3 mîlyon mayîn hatin îmha kirin.

Nûnera Înîsîyatîfa Tirkîyeyeke Bê Mayîn Ogreten got ku ev tê wateya ku jîyanên 53 mîlyon kes hatin filitandin.

Li Tirkîyê, ji sala 2004'an heta 2002'yan bi peqînên mayînan, 1152 leşker û qorîcî; 942 sivîl, bi giştî 2094 kes mirin an birîndar bûn.

Ogreten dîyar kir ku Tirkîye hîn jî jibo paqijkirina qadên bi mayinan programeke zelal nedaye pêş xwe û wê yekê tim paşve dixe.

''Çaverê bû bernameya xwe di sala 2022'an de ragihîne lê 3 salên din jî paşde xist û divê di sala 2025'an de bernameya xwe eşkere bike. Lê ji nav 164 dewletan, tenê 33 sînorên xwe ji mayînan paqij kirine. Em hêvî dikin ku Tirkîye bernameyeke zelal bide pêş xwe û hemî payînan paqij bike û pêşîya mirin an birîndarbûna bi sedan hezar kesan bigre. Jiber ku mayîn ne aştî nas dike ne jî di bin erde de xirab dibe.’’

Ogreten dîyar kir ku însîyatîfa wan dixwaze hemî erdên ku mayîn lê hatine çandin bi zekalî werin destnîşan kirin û ji daketina sivîlan were qedexe kirin.

Herwisa perwerdeya rîskên mayinê were mecbûrî kirin û jibo mexdurên mayinê rehabilitasyon were kirin û pedivîyê wan temam bikin, jibo dewamîya jîyana wan derfetên kar bidin wan û ji jîyana civakî mehrûm neyên hîştin.

XS
SM
MD
LG