Parlamana Tirkîyê piştî du meh û nîvan rûniştina xwe ya yekê di 1'ê Cotmehê de li dar xist.
Serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş di axaftina vekirînê de hem li ser peqîna roja Yekşemê ya li Enqerê, hem jî li pêşîya meclîsê mijarên ku cîh digirin rawestîya.
Piştre Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di meclîsê de axaftineke dirêj kir. Erdogan di gotara xwe de li ser makezagona heyî rawestîya û ragihand ku pêwîstî bi makezagoneke nû heye.
“Xewna netewa me jî makezagoneke nû ye û Tirkîye hêjayî vê ye. Tirkîye makezagona ku li dû civakê maye naxwaze, ew makezagoneke ku pêşîya wê vedike, ronî dike, asoya wî fireh dike, dixwaze.
Ev yek li meclîsê de ji Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu hate pirsîn. Li ser vê pirsê Kiliçdaroglu got ku “bila makezagona heyî Erdogan cîh bîne paşê emê li ser ya nû bifikirin.”
Dr. Ahmet Ozer, pisporê sîyaseta Tirkîyê, daxuyanîyên Erdogan ji Dengê Amerîka re şîrove kir.
“AK Partî dixwaze ku makezagona nû têxe rojeva meclîsê. Ev mijareke girîng e jibo ku makezagona niha ji serdema darbeya leşkerî ye. Ev qas dem derbaz bû, neguhertin xelet e. Pêwîstîya Tirkîyê bi makezagoneke sivîl, demokratîk, azadîxwaz heye. Jiber vê jî ez banga Erdogan girîng dibînim.”
Di roja vekirina parlamanê de Hevberdevkên Giştî yên Partîya Çep ya Kesk (YSP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin bi hemû parlamenterên YSP’ê re di nav hewşa meclîsê de daxuyanîyek dan.
Uçar ser peyvên Erdogan yên derheqa makezagonê rawestîya û got ku dema bernivîsa makezagonê were meclîsê û di hin şertan de lihevkirin hebe, ew dikarin piştgirî bidin.
Acizîya YSP’ê herî zêde li ser nîşandana qayuman e û ew dixwaze ku mijara qayuman were pêş meclîsê û sîyaset careke din dubare nebe.
Herwiha, armanca YSP’ê ew e ku parlamanto di çareserkirina pirsgirêka Kurd de zêdetir rol bilîze loma piştî kongreya 15’ê Cotmehê ewê bêtir li ser vê mijarê bisekine.
Dîsa tecrîda ser rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di rojeva YSP’ê de wek mijareke serekî tê dîtin.
Parlamenterê YSP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ji Dengê Amerîkayê re got ku ewê di vê dewra meclîsê de pirtir girîngî bidin tecrîda ser Ocalan û çereserkirina pirsgirêka Kurdî.
“Êdî hewce ye ku rêya aştîyê were vekirin. Heta niha rêbazên çekdarî ti çareserî neanîye û xencî mirina Kurd û Tirkan tiştekî din çênebûye. Tecrîda ser Ocalan jî bi qasî wê girîng e û dive ev tecrîd jî bi dawî were.”