Partîya Gel ya Komarî (CHP) her meh li ser azadîya ragihandinê raportekê amade dike.
Parlamanterê CHP’ê yê Eskîşehîrê di raporta Mijdarê de ragihand ku jimareke rojnamevan bûne armanca tundî û astengîya polîsan û hin xebatkarên medyayê jî hatine binçav kirin yan darizandin.
Piştî derketina Zagona Dezenformasyonê, ku di nav gel de wek “Zagona Sansûrê” tê zanîn, bandora xwe ya ser medyaya opozîsyonê dîyar dike.
Raport îdia dike ku Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) ser medyayê bandoreke xirab vedaye jiber ku ew azadîya ragihandinê wek metirsî dibîne.
Raport bi bîr dixe ku dema peqîna Stenbolê RTÛK’ê li ser kanalên televîzyon qedexeya weşanê anî û medya civakî di her warî de asteng kir.
“Dema li Taksîmê êrîş çêbû, ser medya civakî hate teng kirin û di banda weşanê de tengkirin çêbû û bo 10 saetan xwegîhandina platformên medya civakî hate asteng kirin.”
Di raportê de zêdegavîyên ku li ser azadîya çapemenîyê bu hûrgilî tên rêz kirin.
Çakiroz bal dikşîne ku zêdegavîyên ser azadîya çepemenîyê wê derfeta hilbijartineke dadmendî ji hole rake.
“Piştî çend mehan hilbijartin wheye û pêdivî ye ku hilbijartin bi azad de werin çêkirin û misogerîya wê jî azadîya ragihandinê ye. Lê astengkirina azadîya medyayê hawirdoreke serbest tune dike. Loma jî niha hilbijartin jî di bin metirsîyeke de ye.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî Zagona Dezenformasyonê, çûyîna Seroka Baskê Enqerê ya Sendîkaya Rojnavanan ya Tirkîyê (TGS) Sîbel Semîra Hurtaş ya parlamentoyê hate asteng kirin.
Hurtaş ji Dengê Amerîka re got ku desthilatî êdî naxwaze ku ti rojnamevan dîjî wê tiştekî bibêje yan binivîse.
“Gava rojnamevan dijî desthilata sîyasî tiştek dinivîsin yekser rastî cezayan tên û ew jî demokrasîya Tirkîyê tengav dike,” Hurtaş reşbînîya xwe dîyar kir.