Roja Yekşemê hate ragihandin ku droneke berguman ya Tirkîyê ji alîyê Amerîka ve li bakurê Sûrîyê hate xistin.
Çend rojan berî şerê Îsraîlê û Hamasê jî, hêzên Amerîkî li Bakurê Sûrîyê droneke din ya Tirkîyê xistibû xwarê.
Karbidestên Amerîkî wê çaxê ragihandibû ku nêzîkbûna wê drona Tirkîyê metirsî danîbû ser hêzên Amerîka li Sûrîyê.
Her du dewlet, Tirkîye û Amerîka, endamên NATO ne. Pisporên dîplomatik dibêjin ku cara yekê ye di navbera Tirkîyê û Amerîkayê de krîzek bi vî rengî derdikeve.
Ji bilî xistina dronê, şerê Îsraîl û Hamasê jî di navbera têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê de dibe sedema girjî û alozîya leşkerî û dîplomatîk.
Hin pispor îdia dikin ku di navbera Tirkîyê û Amerîkayê de niha peywendî ketine asta herî nizim.
Drona yekê di 5’ê Cotmehê û ya duyê jî di 5’ê Mijdarê de hate xistin. Pisporê Ewlekarîyê Cahît Armagan Dîlek bawer dike ku têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê di demeke nebaş de ne.
“Têkilîyên Tirkîyê û Amerîka aniha di asta herî nizim de ne. Di 5ê Cotmehê de balefirên Amerîkayê yên şer drona Tirkîyê (SÎHA) xist. Di 7ê Cotmehê de Hamasê li hemberî Îsraîlê êrîşeke terorîstî pêk anî û şerê Îsraîl û Hamasê destpê kir. Gava Amerîka alîkarîya bê sînor da Îsraîlê, vê yekê jî li ser têkilîyên Amerîka û Tirkîyê bandoreke xirab veda. Niha Tirkîye Hamasê rêxistineke terorîst nabîne, lê Amerîka weke rêxistineke terorîst dibîne. Ev yek jî krîza Tirkîyê û Amerîkayê kûrtir dike,” Dîlek dibêje.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan hember kiryarên Îsraîlê li Gazayê rexnên bi tundî dike û ne bi eşkereyî be jî, di vî warî de Washingtonê tawanbar nîşan dide.
Li gor hin pisporan ev rewşa heyî dikare têkilîyên Amerîka û Tirkîyê bi yekcarî qut bike.
Lê hin şarezayên mîna Dr. Sezgîn Mercan jî dibêjin ku tevî hemî astengîyan têkilîyên Tirkîyê û Amerîka wê ti caran qut nebin.
“Di navbera Tirkîye û Amerîka de ev demek e ku cûdabîrîyên girîng hene. Li ser PKK û YPG cûdabîrîyeke zelal xuya ye. Lê, her çiqas ev cûdabîrî hebin jî navbera her du alîyan têkilîyên kûr yên sazkirî hene. Jiber vê jî her du alî bi baldarî nêzîkî hev dibin, her du alî jî hevdû diceribînin. Jiber ku her du jî endamên NATO ne, ne pêkan e ku têkilîyên xwe qut bikin.”
Di rojên nêzîk de li ber parlamentoya Tirkîyê mijara erêkirin an jî redkirina endamtîya Swêdê ya jibo NATO’yê disekine.
Amerîka dixwaze ku Tirkîye endamtîya Swêdê qebûl bike, lê şerê Îsraîl û Hamasê bandoreke neyînî li ser Tirkîyê vedaye û ger Tirkîye endamtîya Swêdê erê neke, dibe ku peywendîyên Enqere û Washingtonê wê têkeve qonaxeke hin xirabtir.