Serokê Yekîtîya Odeyên Çandinî ya Tirkîyê (TZOB) Şemsî Bayraktar ragihand ku di meha Mijdarê 2021an de di navbera hilberîner û marketan de 9 qat zêdebûn çêbûye.
Nirxê lîraya Tirkî li hemberî dolar û euro nizim dibe, enflasyon û buhayên tiştan jî bilindtir dibe.
Yekîtîya Odeyên Çandinî ya Tirkîyê di meha Mijdarê de li ser tiştên ku tên hilberandin û di marketan de têne firotin lêkolînek çêkir.
Li gorî vê lêkolînê di navbeyna hilberîner û marketan de cudatîya buhayan herî zêde xwe bi % 790,44 lîmonê de derdikeve pêş.
Bayraktar dîyar kir ku piştî lîmonê % 233 ispanax, % 224 gizêr, % 220 porteqal û sêv, % 217 kundir û % 210 jî xas tê.
Jiber wê yekê jî di marketan de lîmon 8,9 qat, pîvaz 4,1 qat, mandalîna 3,5 qat, ispanax 3,3 qat, xas jî 3,1 qat zêde hatine firotin.
Serokê Yekîtîya Odeyên Çandinîyê Bayraktar got ku hilberîner lîmonê 1 lîra û 82 qurişan difroşe, lê di marketê de 16,19 lîrayê tê firotin.
“Jiber wê jî mişterîyê lîmonê pir kêm bûye. Piranîya lîmonan li ser daran mane û jiber vî jî hilberîne darên lîmonan ji cî de derdixin. Heke wiha bidome, ev bandor wê li ser hemû hilberên narîncîye xwe dîyar bike.”
Bilindbûna dolar bandorê yekser li ser buhayên tiştan dike. Lê tişt ji dolar zêdetir bilind dibin û berxwer jî jî vî gilî dikin.
Bayraktar bal dikşîne ku heke wiha biçe bandoreke xirab wê li ser berxweran çêbibe.
“Ev yek li ser hilberîner û berxweran bandoreke xirab dike. Loma jî di navbera hilberîner û marketan de cudatîya fîyetan nêzîkî 9 qat bûye. Heke rewş wiha biçe wê tabloyeke xirab çêdibe.”