Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Biryara Dadgeha Çekî ya Berdana Mislim, Piştgirîya Terorê Ye


Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku berdana rêberê berê yê PYD’ê, Salih Mislim ji hêla dadgeheke Çekî ve “piştevanîyeke zelal ya terorê” ye.

Berdevkê hikmeta Tirkî Bekir Bozdag got ku biryar, qanûnên navnetewî binpê dike û dê bandoreke neyênî li ser peywendîyên Tirkî û Çekî bike.

Dadgeha Bajarvanî ya Pragê, tevî daxwaza radestkirina Tirkîyê, biryar dabû ku Mislim were berdan.

Tirkîyê, Mislim bi piştgirîya terorê tawanbar dike û îdia dike ku ew ji peqîneke li Enqerê berpirs e. Enqerê, Mislim xistibû nav lîsta kesên herî pir xwestî û a $1 mîlyon xelat danabû serê wî.

PYD partîya herî hêzdar ya Kurdên Sûrîyê ye û baska wê ya leçkerî YPG’ê piştgirî ji Welatên Yekbûyî yên Amerîka werdigire.

XS
SM
MD
LG